Nirxa dayik û 4 zarokan wê layiqî 80 hezar TL'yî hat dîtin!

AMED - Di 2006'an de li Parka Koşuyolu ya Amedê ji aliyê Lîvaya Tolhilgirtinê ya Tirk ve teqîneke pêk hatibû û di vê teqînê de 7 jê zarok 10 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Doz piştî 11 salan biencam bû. Dadgehê "beramberiya êş û elemên kişandine" ji bo Mehmet Demir ê di teqînê de hevjîna xwe û 4 zarokên xwe winda kir birayara dayîna 80 hezar TL tazmînata manewî da.

Di 12'ê Îlona 2006'an de li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê bi qumandayê teqîneke pêk hatibû û di vê teqînê de 2 jê pitik, 5 jê zarok bi giştî 10 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî 11 salan têkoşîna huqûqî ya xizmên windayan biencam bû. 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê, "beramberiya êş û elemên kişandine" bo malbata Nazlican Çetinkaya (4), Hasan Harangoz (14), Rojhilat Aslan (28), xweişkên hev Zilan (8), Evin (10), Mizgin Demir (12) ê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, biryara dayîna 20 hezar TL tazmînata manewî da.

Mehmet Demir ê di teqînê de malbata xwe winda kir, ji bo xesara madî û manewî di 13'ê Midara 2006'an de serî li Walîtiya Amedê da. Walîtiya ku serlêdan qebûl kir, di 2007'an de ji bo her keseke/î di teqînê de jiyana xwe ji dest da biryara dayîna 16 hezar û 445 TL û hezar û 555 TL jî ji bo alîkariya cenaze da. Walîtiyê daxwaza tazmînata madî ya malbatê bi hinceta hikmekî wisa di qanûna Jimare 5233'yan de tune ye red kir. Malbatên tazmînat qebûl nekirin jî, di sala 2008'an de li aleyha walîtiyê doza daxwaza tazmînata madî û manewî vekirin. Li ser vê dadgehê doza malbatan red kir û derpêş kir ku, têkildarî teqînê tu agahiyên îxbarî an jî îstixbarî tune ne. Piştî îtiraza li Şûraya Dewletê jî hat redkirin, malbatan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Di serlêdanê de malbatan diyar kir ku, mafên wan ên darizandina adil hatiye îhlalkirin û xwestin ev encam ji holê bên rakirin û doz dubare ji dadgeha herêmî re bê şandin.

AYM'yê di Nîsana 2016'an de der barê serlêdanê de biryar da û biryara dayîna tazmînatê da.

ÇI BBÛBÛ?

Di 12'ê Îlona 2006'an de li Parka Koşuyolu ya navçeya navendî Rezanê ya Amedê, li hundurê termûsekî de bombeyek hatibû bicihkirin û ev bombe bi kûmandayê hatibû teqandin. Di teqînê de xwişk û birayên hev Abdullah (6 mehî), Nazlıcan (4) û Nazar Çetinkaya (2), Hasan Harangoz (14), Rojhilat Aslan (28), xwişk û birayên hev Şilan (6 mehî), Zilan (8), Evin (10), Mizgin Demir (12) û dayika wan Faide Demir jiyana xwe ji dest dabûn. Lîvaya Tolhilgirtinê ya Tirk (TÎT) teqînê hilgirtibû ser xwe. Ji bersûcên teqîn pêk anîn Topal, di parêziya xwe de gotibû wî bûyer li ser fermana "Serpel A.Ş." yê dema li leşkeriyê bû ew perwerde kiriye, tevî "Binefser Sedat" ê paşnavê wî nizane pêk aniye. Di darizandina li Amedê de li Hikmet Topal û Burhan Guneş 11 caran muebeta giran û 216 sla cezayê girtîgehê, li Murat Ekin jî 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn.