Tarhan Erdem: Ma gotina 'Na' qedexe ye?

MÊRDÎN - Endamê Koma diyalogê û nivîskar Tarhan Erdem, kampanyaya hikûmeta AK Partiyê ji bo referandûmê dimeşîne bi bîr xist û wiha got: "Heke hûn bêjin 'erê' hûn welatperwer in, hûn li aliyê asta şaristaniya hevçerx in. Divê mirov pênaseya yên dibêjin 'Na' jî bike. Ma gotina 'Na' qedexe ye? Pêkhatina meseleyê ev e."

Endamê Koma Diyalogê û nivîskar Tarhan Erdem pêvajoya referandûmê şîrove kir û anî ziman ku, bi hilbijartinên Serokomariyê û yên 2015'an li Tirkiyeyê rêgeza wekheviyê ji holê hatiye rakirin û diyar kir ku, di hilbijartinên sala çûyî de diyar bû dê rêz li tu pîvanê neyê girtin. Erdem, dest nîşan kir ku, li gor wî ji destpêka meha Tebaxa 2014'an heta niha li Tirkiyeyê qanûnên hilbijartinê nayên sepandin û got, li Tirkiyeyê hemû kirrariyên hilbijartinê li dijî Qanûna Bingehîn tên kirin.

‘MA GOTINA 'NA' QEDEXE YE?'

Erdem, got wî guhdariya axaftinên Serokomar Tayyip Erdogan ên têkildarî referandûmê kiriye, lê belê ji serî heta binî propagandaya xwe dike û wiha axivî: "Ma qey ev welat tenê ji kesên dengê 'Erê' bi kar tînin pêk tê? Qey em dixwazin tespîta vê bikin. Ya tê gotin ev e ku, eger hûn di dengdayînê de bêjin 'Erê' hûn welatperwer in, hûn di asta şaristaniya hevçerx de ne. Divê mirov pênaseya yên dibêjin 'Na' jî bike. Ma gotina 'Na' qedexe ye? Pêkhatina meseleyê ev e."

‘HEKE RÊGEZA WEKHEVIYÊ TUNE BE, HILBIJARTIN JÎ TUNE YE'

Erdem, got ji bo li Tirkiyeyê rêgezên hilbijartinê bên sepandin divê bi awayekî cidê têkoşînek xwe bide der û dest nîşan kir ku, dê ji bo hilbijartina 16'ê Nîsanê rêgeza wekheviyê tune be, hilbijartineke ku rêgeza wê ya wekheviyê tune be, ew ne hilbijartin e.

Erdem, li dijî vegotinên AK Partiyê yên "Heke hûn bibêjin 'erê' dê îstikrar bidome" jî bertek nîşan da û wiha axivî: "Madem wisa ye, ewçax çima em dengdayîna gel dikin? Dibêjin di dengdayîna gel de 'Heke pirsa tê pirsîn yekalî be, dê ji bo welat baş be.' Madem Serokomar, Serokwezîr, çapemenî, televîzyon vê wisa îlan dikin, ewçax em hilbijartinê nekin. Ji bo çi vê berpêşî dengdayîna gel dikin? Bila bêjin 'dê ev be.' Heke hûn ê hilbijêrin, ewçax hilbijartin ne yekalî ye. Ji xwe wekhevî ev bi xwe ye. Heke em wekhev bin, ez ê ji te tiştekî cuda bixwazim. Dê ew jî ji me tiştekî cuda bixwaze. Dê ji van cudahiyan çend jê pirbûnê bi dest bixe; hilbijartin vê tayîn dike. Heke hûn bibêjin; 'Kesên ez dibêjim bila bi se rkevin, çimkî dê îstikrar bê, dê refah bê, dê riya şaristaniya hevçerx bê vekirin' wê demê qey ez îxanetê li welat dikim? Divê em vê çareser bikin. Divê em eşkere bibêjin. An jî wekî din nabe. Tişta tê kirin ne hilbijartine."