‘Ji ber vîna me nayê hesibandin 'Na''

COLEMÊRG – Kedkarên cemaweriyê yên hatine îxrackirin, rêveberên komeleyên hatine girtin û welatiyan ên sedema ew ê di referandûmê de çima bibêjin "Na" diyar kirin wiha gotin: "Tenê pêkanînên di sala dawî de ji bo gotina 'Na'yê bes in."

Li Colemêrgê, xebatkarê Gerînendetiya Karên Daristan û Avê Serkan Akbal ê hat îxrackirin, Hevserokê Şaxa MEYA-DER'a Colemêrgê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Selim Kaya û ji welatiyan Omer Akbulut û Mahmut Temek gotin, ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na".

‘JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ'

Serkan Akbal ê ji roja bûye endamê Şaxa Tarim Orkam-Senê her roj tê saziyê û daxilî xebatan dibe got, kedkaran jî ji çewisandinên li welat nesîbê xwe wergirtine. Akbal, got wan duh çi di parast ew ê îro jî heman tiştî biparêzin û wiha axivî: "Ev rewş ne tenê li dijî sendîkavan, kedkaran an jî mirovên têkoşîna demokrasiyê didin. Li ser hemû welat çewisandinek heye. Me jî nesîbê xwe jê girt. Wek me got, me çawa duh parêziya aştî û demokrasiyê dikir, îro jî em heman tiştî dibêjin."

‘PÊKANÎNÊN SALEKÊ BES IN'

Akbal, anî ziman ku ew ê di xebatên xwe de bi awayekî vekirî ji bo çi dibêjin "Na" vebêjin û wiha got: "Li herêmê pêkanînên sala dawî ji bo gotina 'Na'yê bes in. Di saleke dawî de gelek navçe hatin rûxandin. Gelek malbat hatin koçberkirin. Bi temamî gel xizan kirin. Ji ber em wisa difikirin berpirsiyarê vê hikûmet e, ji bo vê em ê bibêjin 'Na'."

‘JI BO BAJARÊN HATIN RÛXANDIN 'NA''

Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê Selim Kaya, got girtina komeleyê li pêş xebatên wan ne asteng e û dest nîşan kir ku, bajarên hatin şewitandin û rûxandin, ciwanên jiyana xwe ji dest dan ji bo gotina "Na"yê sedema herî mezin in û wiha axivî: "Tevî mal û gundên me gelek cih hatin rûxandin. AK Partî bi awayekî zêde vî gelî diçewisîne. Em ê ji ber van çewisandin û pêkanînan bibêjin 'Na'. Xwesteka me jî ew e ku di vê mijarê de gelê me jî li gel me be û bibêje 'Na'."

'EM Ê NAYÊ VEBÊJIN'

Mahmut Temel ê demekê rêveberiya MEYA-DER'ê jî kir wiha axivî: "Em ê li eniya 'Na'yê cih bigirin. Çimkî em zaf rastî çewisandinan tên. Me her tim li gel mezlûman cih girt. Em ê di vê pêvajoyê de jî li gel partiya xwe tevbigerin û çi hewce bike em ê bikin. Em ê gund bi gund, mal bi mal bigerin û sedmên 'Na'yê vebêjin. Ev fikrek e û em ê mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin."

‘JI BER VÎNA ME NAYÊ HESIBANDIN 'NA''

Omer Akbulut, diyar kir ku ew di salên 90'î de bi darê zorê ji gund hatin ederxistin û wiha axivî: "Çima? Hemû gundên me hatin talankirin, malên me hatin rûxandin, kesên vîna me ya siyasî ne di girtîgehan de ne. Rûmeta me hatiye binpêkirin. Ne mumkun e ku em vê qebûl bikin. Ji ber vê em ê bibêjin 'Na'. Di vê pêvajoyê de em ê jî tevî komîsyonên hatine avakirin bixebitin, mal bi mal bigerin û em ê tevî her kesî bixebitin."