Hunermend: Em ji bo jiyan û hunerek azad dibêjin 'Na'

AMED – Şanoger û sînemageran jî piştgirî dan kampanyaya “Na” û wiha gotin: “Em ê ji bo jiyanek azad, huner û dikên azad bêjin na. Em li dijî wê feraseta ku dê nefesa civakê difetisîne ne.”

Bi armanca guhertina Qanûna Bingehîn di 16’ê Nîsanê de dê hilbijartina referandûma Qanûna Bingehîn pêk bê. Ji bo alîkariya kampanya "Na" ya referandumê, girseya muxalif a bêjin "Na" roj bi roj zêde dibe. Şanoger û sînameger ên li Amedê jî dê piştgirî bidin kampanya “Na” û xebatê bidin meşandin.

‘EM Ê JI BO JIYANEK Û HUNEREK AZAD BÊJIN NA’

Sînemager Îlhan Bakir diyar kir ku di serdemek ku hemû sazî û dezgehên kurdan hatin girtin û serdemek bi OHAL’ê li Tirkiyê dixwazin nefesê bifetisînin dê bêjin “Na” û wiha got: "Hemû tişt li ber çavan e. Pêwîst hemû hûnermendên li heremê û Tirkiyê li dijî kampanya desthilatdariyê eniya kampanya “Na” bi rêxistin bikin û wiha got: “Divê hûnermend helwesta xwe li dijî êrîşên li dijî hûnermendan zelal bidin nişandan. Di vî warî de xebatek mezin dikeve ser mile hûnermendan. Em ê ji bo jiyanek azad, çand û hûnerek azad bêjin 'Na'. Bi taybetî gelê ku li aliyê Rojavayê Tirkiyê dijîn bêjin 'Na'. Ger ku 'Na' dernekeve wê civakê pûç bikin. Heke ku hunermend jî nebêjin na wê xweşikiya hunerê winda bibe."

DÊ BI 'NA' TOVÊN NÛ ŞÎN BIBIN’

Kedkarê sînemayê Halîm Bîçer jî bi bîr xist ku ew di qonaxek ku desthilatdarî li gorî berjewendiyên xwe Qanûna Bingehîn saz dike û wiha got: Ev ne rastkirina qanûnê ye, Ev zagondewlet e Dê li dijî parastina nirxên civakê Qanûnek li gorî xwe saz bikin. Heke ku di vê referandumê de ‘erê’ derkeve dê qeyranên li Tirkiyê kûrtir bibin. Ji ber ku wê bi heman feraset û aqilî tevbigerin. Li ku cihek jiyanê û nefes sitendinê hebe hildane bin dorpêçê. Di bin van şert û mercan de referandumê pêk tînin. Ev referandum ne tenê ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyê ji bo Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek xwe heye. Heke ku gelên li Kurdistan û Tirkiyê bêjin na wê tovên demokrasiyê û aşitiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn şîn bibe. Ji ber ku hûnermend alîkarên civakek azad û jiyana azad in wê bêjin na.”

‘BILA HER KES LI DÎROKÊ BINÊR IN'

Şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya jî bal kişand ser pratîkên desthilatdariyê yên ji roja ku ava bûye heta niha û wiha got: “Bi taybetî jî divê gelê kurd li dîroka xwe ya nêz binere û biçe ser sindoqên referandumê. Pêwîste gel li rewşa Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Silopî û gelek bajarên din bide ber çavê xwe û biçe referandumê. Divê gel li pêkanînên li ser gelê kurd binêre û dest deyne ser wîjdana xwe û biryara xwe bide. ‘Êrêkirina’ vê makeqanûnê êrêkirina qirkirin û tunekirinê ye. Ev dem dema ku gel li dijî girtina saziyên kurd û desteserkirina şaredariyên gelê kurd bêje na ye. Em wek hunermendan ji makeqanûnek ku hunermendan tune dihesibîne û xebatên hunerê tên astengkirin re dibêjin na.”

Yalçinkaya bang li hunermendan kir û wiha got: “Divê hunermend di vê pêvajoyê de rola xwe bileyizîn. Hunermend ji vê împaratoriya tirsê re dikarin bêjin bes e. Heke em wisa tevbigerin wê bersivek cidî bê dayîn.”

‘EM Ê LI DIJÎ QEDEXEYA HUNERÊ BÊJIN NA’

Şanoger Nazim Hîkmet Çalikan jî destnîşan kir ku wan helwesta xwe li dijê kesên dibêjin “Erê” ji bo eniya “Na” zelal kirine û wiha axivî: “Di makezagonek ku hemû netew, ziman, bawerî û nasname tune tên hesibandin de pêvajoyek xetere destpê dike. Ji bo ku rê li ber vê xetereyê bê girtin kesên ku pêşerojek azad dixwazin û xwedî wîjdanin divê bi dengek bilind bêjin na û vê yekê destek bikin. Wê berxwedan û têkoşîn polîtîkaya îmhayê mehkûm bike. Em ê li dijî zîhniyeta ku hunerê asteng dike, hunermendan digire û dikên şanoyê qedexe dike ji her demê bêtir em ê dîsa bêjin na û wisa tevbigerin.”

Çalikan da zanîn ku hunermendên kurd dê ji bo “Na” bi awayekî çalak di nava kampanyayê de cih bigirin.