ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Mûsa Cablak ê 34 salî di 34 salan de 5 caran xaniyê wî hat xerakirin û wî ava kir. Herî dawî dewletê di qedexeya derketina derve ya li Şirnex de careke din xaniyê wî kera kir û carek din ava kir.
Di nav kurdan de bi taybetî jî li bakûrê Kurdistanê û herêma Botanê koçberiya bi zora dewletê bûye para her kesê. Mûsa Cablak ê 34 salî jî di temenek kurt de jiyanek bi koçberiyê derbas kiriye. Cablak 5 caran bi destdê xwe axî ava kir û dewletê xera kir. Herî dawî li Şirnexê li taxa Yenî ya Şirnexê xanî ava kir û di dorpêça Şirnexê û qedexeyên derve de dewletê dîsa xera kir. Mûsa Cablak, hevser û 4 zarokên xwe niha li gundê Mila Şantiyê bi cih bûne û careke din xaniyê xwe bi alîkarî û derfetên xwe ava kirine. Lê ne diyar e ku ev avahî wê bibe hêlîna malbata Cablak a dawiyê an na.
4 MALBAT DI XANIYEKÎ DE 11 MEHAN JIYAN
Di qedexeya li Şirnexê de Mûsa Cablak li derve kar dikir û hevser û zarokên wî bi derfetên xwe koç kirin û hatin gundê Mila Şantiyê. Malbata Cablak ji destpêka qedexeyê hatin li cem xizmên xwe li gund bi cih bûn. 4 malbat di xaniyekî de 11 mehan îdare kirin. Piştî 11 mehan malbata Cablak xaniyek ji xwe re jive ava kirin û hefteyek berê lê bi cih bûn.
DEMA MIN BIKIN DEYNDAR EZÊ PERE JI KU BÎNIM'
Cablak weke her welatiyek Şirnexê got: "Xaniyên me tev xera kirin. Dibêjin em ê çêbikin lê tu baweriya me pê nayê. Min sala 2007'an nêzî 60 hezar TL li xaniyê xwe mesref kir. Îro wê jî nadin me û dibêjin em ê xaniyan ava bikin. Lê dema ava kirin wê bi buhayek zêde bifiroşin me û me bikin deyndarê xwe. Ez dê van pereyan ji ku bînim? û bertek nîşanî walîtiya Şirnexê da.
HEM GUND Û HEM BAJAR XERAKIRIN
Ger mirov serpêhatiya Cablak ya koçberiyê binivîse dibe ku ronamek bi têrê neke lê bi çend hevokan be jî Cablak koçberiya xwe wiha vedibêje: "Ez 34 salî me û ji 7 saliya xwe heya niha min rojek xweşî nedîtiye. Tenê perîşanî, nexweşî û koçberî bûye para me kurdan. Di van 34 salên jiyana min de 5 caran xaniyê me hat hilweşandin. Gundê me xerab kirin em çûn bajêr, bajarê me xerab kirin em çûn gund, gundê me carek din xerab kirin em çûn gundek din. Ji zarokatiya min heya niha me 5 xanî ava kirin. Kî hat malên me xerab kirin? Dewletê xerab kirin."
EZ KURD IM Û MAFÊN XWE DIXWAZIM
Cablak herî dawî mafên xwe yên ji kurdûna wî tê xwestin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ez bi xwe nayêm xaniyê xwe xerab nakim. Ez kurd im û ji ber vê yekê ne 'terorîst im' tenê mafên xwe dixwazim. Ez jî dixwazim weke gelên din bijîm. Ez kurdî diaxivim, qey mecbûr im bi tirkî biaxivim? Di dewletek demoqratîk de zimanê min çi be divê ez wî zimanî biaxivim. Em naxwazin zilm bi ser tu kesî de were."
Nedîm Orûç/Dîcle Muftuoglu - dîhaber