MANÎSA - Avahiya derbxaneya dîrokê ya li Manîsayê bûye navenda tiryak û fuhuşê. Niştecih û keyayê taxê dixwazin rayedar mudaxaleyî vê rewşê bikin.
Li taxa Îshakçelebî ya navçeya Şehzadeler a Manîsayê avahiya Derpxane ya 7 sed salî ku li kontarên çiyayê Spilê hatiye avakirin, terkî qedera wê hatiye kirin. Avahiya dîrokî ku di qada mîmariyê de yek ji berhema herî xweşik a herêma Egeyê ye îro bûye qada esrarkêş, tiryak û fihûşê. Ji ber ku rayedar li vê avahiyê xwedî dernakevn avahî wêran dibe.
1 MÎLYON TL MESREF KIRIN LÊ...
Şaredariya Bajarê Mezin a Manisayê 4 sal berê restore kir. Lê piştî hat restorekirin êdî eleqe nedît. Li gorî daneyên şaredariyê ji bo restorasyone 1 milyon TL pere hat xerçkirin. Avahiya dîrokî piştî hat restorekirin bê xwedî hat hiştin û niha bûye navenda fihûş û tiryakan. Li dervê avahiyê bêhna genî û li hundirê avahiyê şûşeyên araq û maddeyên tiryakê mirovan pêşwazî dike. Li dîwarên avahiya 700 salî bi spreyê nivîs hatine nivîsandin û rexne û mîmariya wê hatiye xerakirin. Yek ji berhema herî dîrokî û xweşik a li kontara Çiyayê Spil hatiye avakirin çarkoşe ye û ji du qatan pêk tê. Avahî ji kevirên şehkirî û molozan pêk tê. Ji ber ku perçeyek sikke ya serdema Îlyas Beg a Saruhanogullari ya ji sala 1362'an de maye hatiye dîtin navê “Darphane” lê hatiye kirin.
Keyayê taxa Îshakçelebi Bayram Gok, diyar kir piştî şaredariyê restore kir û şûnde di halê wê de hişt û êdî bûye warê fihûş, tiryak û araqê. Gok, anî ziman ku bi şev her tiştê qirêj ên li dijî ahlak tên kirin û ciwan diçin li wir tiryakê bikar tînin. Gok, anî ziman ku şaredariya bajarê mezin restore kir û piştre lê xwedî derneket û wiha got: 4-5 salin em li bende ne. Misgefta tenişta wê ya Mezin cihekî dirokî û tûristîk e. Yên tên van deran ziyaret dikin pir diêşîn. Ji ber bêhnê naxwazin di nêzî avahiyê re derbas bibin. Me notirvan xwest, lê kesî li me guhdard nekir. Kes li vê avahiyê xwedî derneket."
Şêniyen taxê jî fikarên xwe anîn ziman û xwestin di demek nêzîk de ev avahî bê parastin û ji vî halî rizgar bibe.