Hevşaredarê Ebexê hat binçavkirin

WAN- Polîsan bi ser Şaredariya Ebexê û mala Hevşaredarê Ebexê Faruk Demîr de girtin, Demîr hat binçavkirin.

Polîsan li navçeya Ebexê ya Wanê, serê sibehê bi ser Şaredariya Ebexê û mala Hevşaredarê Ebexê Faruk Demîr de girtin. Sedema serdegirtinê nehat hînbû û lêgerîna ku piştî serdegirtinê li herdu cihan de hatibû destpêkirin, lêgerîn bi dawî bû. Piştî lêgerînê Hevşaredar Demîr hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Ebexê.