NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hata, Stenbol, Edene û Mêrsînê 16 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên binçavkirinê yên beriya di 18'emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 15'ê Sibata 1999'an de operasyonên binçavkirinê yên li gelek bajaran dest pê kiribû îro jî berdewam kir: Serê sibehê li navçeya Samandag a Hatayê polîsan bi ser mala Alîkara Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Tulay Hatîmogullari de girt. Hatîmoglu li malê nebû û lêgerîn hat kirin. Endama Meclîsa Partiyê ya SYKP'ê Sevgî Kurtdere jî piştî serdegirtina malê û lêgerînê hat binçavkirin.
LI STENBOLÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN
Li Harbiye ya Stenbolê piştî kontrola GBT'ê Berpirsyarê Çapemeniyê yê HDP'ê ya Stenbolê Suleyman Başer hat binçavkirin. Li bendê ye ku Başer îro derxînin dozgeriyê.
DI 3 ROJAN DE 80 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Edeneyê jî serê sibehê bi piştgiriya helîkopteran bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hat girtin. Piştî lêgerînan 10 kesên ku navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê birin Saziya Tiba Edlî û ji wir jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.
Li aliyê din li Edeneyê di nav 3 rojên dawî de di operasyonan de hate hînbûn ku 80 kes hatine binçavkirin.
Li taxên ku piranî kurd lê dijîn ji ber 18'emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê polîs bi wesayîtên zirxî ve dewriye digerin.
LI MÊRDÎNÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê duh êvarê dema ku wesayîtekî zirxî derbas dibû teqîn çêbûbû û piştî teqînê bi ser gelek malan de hatibû girtin. Li taxa Sarayê di serdegirtinên malan de Siraç Ataç (259, Ramazan Gezer (15), Beşîr Mete (24) û Mahmut Acar (17) hatin binçavkirin.
4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Kerboranê.