WAN- Li Wanê wesayîta zirxî ya polîsan li minîbusa rewiyan qelibî, 7 kes birîndar bûn.
Li taxa Şabaniye ya navçeya Artemêt a Wanê serê sibehê wesayîtekî zirxî ya polîsan li mînîbusa rêwiyan pelibî. Di qezayê de di wesayîta zirxî de kes birîndar nebî, di mînîbusê de Zeynep Kahraman, Ayşenur Dilce, Bahoz Merhem, Hazal Aslan Fakma Akbulut, Oktay Bozduz û Medîhe Çagli birîndar bûn.
Kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.
Hate hînbûn ku xetereya jiyanê ya birîndar tuneye.