ENQERE - Midûrê lîseyê yê bi navê S.K. ê ku li navçeya Haymanayê bi îdiaya li dijî xwendekarên kur îstismara zayendî pêk aniye ligel giliyê xwendekaran hat berdan.
Li navçeya Haymanayê ya Enqereyê Midûrê Lîseya Anadolu ya Nurî Bektaş ê bi navê S.K. ê ku bi îdiaya li dijî xwendekarên kur îstismara zayendî pêk aniye û hatibû binçavkirin, hat berda. Li ser giliyê nêzî 100 xwendekaran ku serî li BÎMER'ê dabûn lêpirsîn hatibû destpêkirin. Midûrê di çarçoveya lêpirsînê de ji kar hatibû durxistin bi hinceta ku li dijî xwendekaran li pansiyano dibistanê îstismara zayendî pêk aniye hate binçavkirin. S.K. ê piştî îfadeya li emniyetê derxistin dozgeriyê bi şerta kontrola edlî hat berdan.
Dozgerê Komarê Ridvan Ozkan piştî îfadeyên 2 xwendekaran ên wekî mexdûr û 3 xwendekarên ku agahî dane der barê S.K. de duh biryara binçavkirinê dabû.