STENBOL - Di doza Oda TV a ku rojnameger Ahmet Şik jî tê darizandin de, rojnameger û kesên ji bo dozê bişopînin hatin negirtin salona dadgehê.
Doza Oda TV a ku rojnameger Ahmet Şik jî di nav de 13 kes tnê darizandin û dê biryar bê dayîn li 18'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dest pê kir. Ahmet Şik ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye anîn dozê, rojnameger Nedîm Şener, Yalçin Kuçuk û Soner Yalçin û Midûrê Emniyetê yê berê Henefî Avci jî di dozê de amede bûn. Nêzî 50 parêzer doz şopandin û koma qerebalix a ji bo şopandina dozê hatin negirtin salona dadgehê.
Koma ku di nav de rojnamger û akademîsyen jî hene biryara heyetê bi dirûşmên "Rezalet" "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" şermezar kirin.