ESKÎŞEHÎR - Akademîsyenên ku ji Zanîngeha Anadolu hatin îxrackirin destur nehat dayîn k ku odeyên xwe kom bikin û ji xwendekarên xwe xatir bixwazin. Li zanîngehê sekn didome.
Li Zanîngeha Anadolu la Eskîşehîrê 20 akademîsyenên ku îmze avêtibûn belovaka aştiyê ji karên xwe hatin îxraçkirin. Akademîsyenên ku hatin îxrackirin xwestin û odeyên xwe kom bikin û ji xwendekarên xwe xatir bixwazin. Akademîsyen û xwendekar bi şîara "Em ê vegerin, dê akademî bêdeng nebe" saet di 10.00'an de li Fakulteya Hiqûqê hatin cem hev.
Akedemîsyenan bi dorê fakulteyên li Kampusa Yunus Emre ya Zanîngeha Anadolu ziyaret kirin, li vir rastî astengkirina peywirdarên ewlehiyê yên taybet hatin. Li ser vê akademîsyen û xwendekar ji bo vî astengkirinê şermezar bikin ber bi avahiya rektoriyê ve meşiyan. Piştî ku meşê dest pê kir polîs jî bi TOMA'yan ve hatin kampusê.
Akademîsyenên ku bi biryar in ji xwendekarên xwe xatir bixwazin li zanîngehê sekna xwe didomînin.