STENBOL - Rojnamger Ahmet Şik ê li doza Oda TV de parastina xwe kir diyar kir ku li hemberî rastiyan şer nayê kirin û wiha axivî: "Îxtidarê şirîkê xwe yê berê yê sûc li pey xwe pirsên gelek tarî û biguman hiştiye ev hewldana bixwîn wekî 'lutfa xwedê' bi nav kir û wekî ku xweziya darbekaran anî bi vî rengî rejîmekî cuntayê xist dewreyê. Bi kurtasî darbeya ku ku di demokrasiyê de bersivekî wî yê zelal heye çi ye, darbekar ji kê re tê gotin."
Doza Oda TV ya ku rojnameger Ahmet Şik j^itê darizandin li 18'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê tê dîtin. Doza ku 13 kes tên darizandin de Şik ji Girtîgeha Sîlîvriyê anîn, rojnamegar Nedîm Şener, Yalçin Kuçuk û Soner Yalçin û Midûrê Emniyetê yê berê Hanefî Avci jî beşdarî dozê bûn.
'HÛH NIKARIN LI DIJÎ RASTIYAN ŞER BIKIN'
Di dozê de Ahmet Şik parastina xwe kir û got ku ji ber nûçe, şîrove û pirtûkên ku ji bo weşandinê amade dikin tên sûcdarkirin û wiha axivî: "Hûn nikarin li hemberî tiştên ku ji rastiyan hêzê digirin şer bikin. Ger ku hûn şer bikin hûn ê winda bikin."
Hin xalên parastina Şik wiha ye:
"Tirkiye welatekê eceb e. Her demê gelek ecebî çêbûn. Lê tu caran heta niha hundirê pîvanên demokratîk nehatibû valakirin.
Ez ji mînaka herî nêz dest pê bikim, Pêkûtî û otorîte tê zêdekirin û xwezaye cuntayên paşerojê û yên roja me ya îroyîn tîne û vê yekê jî wekî demokrasî nîşanî me didin. Piraniya çapemeniyê hatiye desteserkirin yên mane jî bi temamî hatine kontrolkirin yên ku dibêjin 'Na' terorîst tên îlankirin, referandûma ku bi her awayî diyar e dê di şertên wekhev de pêk neyê wekî îradeya gel tînin pêşberî me. Hilbijartinên 7'ê Hezîranê ku ji bo hebûna xwe tehdîd dîtin û piştre ew îrade çawa hate binpêkirin me bihev re dît. Biryara ku îradeya milet şaş bi cih hatiye dan û welat xistin nava gola xwînê, ji bo vê teredut nekirin. Îdia kirin de jehrê vexwin lê pêvajoya aştiyê bi dawî kirin welat bi temamî kirin goristan. (...)
Îxtidarê şirîkê xwe yê berê yê sûc li pey xwe pirsên gelek tarî û biguman hiştiye ev hewldana bixwîn wekî 'lutfa xwedê' bi nav kir û wekî ku xweziya darbekaran anî bi vî rengî rejîmekî cuntayê xist dewreyê. Bi kurtasî darbeya ku ku di demokrasiyê de bersivekî wî yê zelal heye çi ye, darbekar ji kê re tê gotin, sivîlbûna çawa çêdibe, bersivên ji bo van pirsan li gorî siyaseta hemû kesan tê guhertin.
Mirov dikare gelek mînakan bide. Lê di vî iluzyona demokrasiyê de nanokiya herî mezin Partiya Pêşveçûn û Edaletê bixwe ye. Ew bixwe ferasetekî tarî temsîl dike lê amblema pariya yan ampula ku ronahiyê dide. Dewletê û çavkaniyên welat, xwezayê talan dike û vî yekî ve pêşveçûn nîşan didin. Di navê wan degotina edaletê ya ku cih digire jî gelek mînakan dihewîne. Ev tenê têrê dike dozê vebêje."
Rojnameger Soner Yalçin jî wiha got: "Darizandina rojnamegeran, girtina wan tu dadgehan mafdar nake û îtibarê nade wan. îro ya ku li hemberî we rûdinê fikr e."