ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de Alîkarê Hevşaredariya Cizîrê Metîn Bayik jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsên ku duh û şevê din li taxên Cûdî, Nûr û Sûrê bi ser malan de girtîn bi Alîkarê Hevşaredariya Cizîrê Metîn Bayik re, welatiyên bi navê Mehmet Ecevît, Abdûlkerîm Atabay, Huseyîn Çakitaş û dayîka aştiyê Habîbe ku paşnavê wê nehat zanîn xistin bin çavan. Di serdegirtina malan de polîsan hemû alavên di malan de serobino kirin û kesên xistin bin çavan birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.