ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr diyar kir ku Ocalan bi taybetî ji bo jin di maseyên muzakereyê yê aştî û têkoşînê de cih bigirin gelek hewl daye û wiha axivî: "Komploya ku îro hê jî berdewam dike ji bo ku bê bidawîkirin, aştî pêk bê divê azadiya Birêz Ocalan bê nîqaşkirin."
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr bi munasebeta salvegera 18'emîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Taşdemîr got ku Ocalan 18 sal in di bin tecrîda giran de tê rawestandin û hiqûqa ku li Îmraliyê pêk tê ne li Tirkiyeyê ne jî qanûnên bingehên ên navneteweyî de tuneye. Taşdemîr wiha axivî: "Birêz Ocalan bi taybetî ji bo jin di maseyên muzakereyê yê aştî û têkoşînê de cih bigirin gelek hewl daye. Em daxwaza xwe ya azadiyê wekî jin careke din dixwazin bînîn ziman."
Taşdemîr destnîşan kir ku divê şertên Ocalan bên nîqaşkirin û wiha berdewam kir: "Bi feraseta ku gelan bendîbendî dike ve birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê, rola wî ya di pêvajoya muzakereyê de bê dîtin. Komploya ku îro hê jî berdewam dike ji bo ku bê bidawîkirin, aştî pêk bê divê azadiya Birêz Ocalan bê nîqaşkirin."
Taşdemîr got ku Ocalan di têkoşîna azadiya jinê de pêşî vekiriye û bi taybetî jî ji bo divê jin di pêvajoya muzakereyê de cih bigirin gelek ked daye, ji ber vê yekê jî ji bo demokratîk bûna Tirkiyeyê divê tecrîd bê rakirin careke din vegera pêvajoya aştiyê çêbibe û wiha got: "Em jin careke din xwaza xwe ya azadiya Ocalan careke din dubare dikin."
Taşdemîr bal kişand li ser pêvajoya referandûmê jî û got ku ew ê mal bi mal bigerin û "Na" rêxistin bikin û wiha pêdeçû: "Jin di nava muxalefeta civakê de herî zêde bertekê nîşan didin in. Di 16'ê nîsanê de dê bi vî zanebûnê xwedî li azadiya xwe derkevin. Em ê wê rojê tenê destkeftiyên xwe neparêzin. 17'ê Nîsanê dê ji bo me bibe destpêka pêvajoyekî nû."
'EM Ê JI SANDIQÊ HESAB BIBIRSIN'
Taşdemîr der barê operasyonên li dijî HDP'ê jî wiha got: "Pirkirina siyasî fikarên ji bo referandûmê nîşan dide. Endama MYK'ê Berfu Çolak û endama Meclîsa Jinê Nur Aytemûr di operasyonê de hatin binçavkirin. Ev binçavkirin encama fikara ku dijîn e. Wen hezar kesan bigirin jî gelê me dê bi hezaran li şûna wan dagirin. Em ê di 16'ê Nîsanê de di sandiqê de hesab bipirsin."