ENQERE - Xwendekarên bûn şahidên îstîsmara zayendî ya li dibistana Haymana diyar kirin ku bi armanca ser bûyerê veşêrin, niha 400 xwendekar di dibistanê de hepis kirine û derî li ser wan kilît kirine. Şahidan anîn ziman ku ji bo rastiyê ji rojnamegeran re nebêjin derî li ser wan kilît kirine.
Li Lîseya Anadolu ya Nuri Bektaş a navçeya Haymana ya Enqereyê li dijî xwendekaran êrîşa îstîsmara zayendî pêk hat. Piştî îstîsmarê lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî midûrê Lîseyê S.K., hat binçavkirin û serbest hat berdan, vê carê deriyê dibistanê li ser 400 xwendekaran kilît kirin. Xwendekarên ku deriyê dibistanê li ser wan hatiye kilîtkirin ji dihaberê re axivîn. Xwendekaran diyar kirin ku niha nêzî 400 xwendekar di dibistanê de hatine hepiskirin û derî li ser wan hatiye kilîtkirin. Xwendekaran anîn ziman ku kesên bi navê “mufettiş” xwe dan naskirin bi wan re hevditin kirin.
EM NIKARIN DERKEVIN DERVE
Xwendekarê ku bi telefonê agahî da dîhablerê û nexwest navê xwe bide wiha got: "Ez bi xwe bûm şahidê îstîsmara zayendî ya midûr S.K,. Mufetîşên ku hatin li dibistanê lêkolîn bikin û rêveberiya dibistanê bi armanca ser bûyerê veşêrin niha 400 xwendekar di dibistanê de hepis kirine û derî li ser wan kilît kirine. Em nikarin derkevin derve. Niha rojnameger hatine ber dibistanê. Ji bo ku em rastiyan ji rojnamegeran re nebêjin derî li ser me kilît kirine."
JI SEDÎ 80 XWENDEKAR RASTÎ ÎSTÎSMARÊ HATIN
Xwendekar şahidî û çavdêriyên xwe wiha parve kir: "Ji xwendekarên li dibistanê ji sedî 80 rostî îstîsmara zayendî hatin. Ez jî bûm şahidê vê yekê. Rojekê ez rabûm nimêja sibê min dît ku midûrê dibistanê tê hundir. Ez ketin nava nivînê xwe û wekî ku ez razabim min, tev geriyam. Min dît ku midûr tacîzî xwendekarê ku li tenişta min razabû kir. Hemû xwendekarên vê pansiyonê dizanin. Pişti bûyer hat bihîstin niha rêveberiya dibistanê li ser xwendekaran zextan dike. Niha hevalekî me yê rastî îstîsmarê hat ji bo îfadeya wî biguherin çû dozgeriyê."