Rojnameger Keser hat berdan

MÊRSÎN - Rojnameger Dîren Keser ê di 2'ê Sibatê de li Mêrsînê hat binçavkirin hat berdan.

Rojnameger Dîren Keser jî di navde 36 kesên di 2'ê Sibatê de li Mêrsînê hatin binçavkirin, sewqi dozgeriyê hatin kirin. Piştî li dozgeriyê îfade hatin girtin, dozger 2 kes serbest berdan û 34 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) û rojnameger Diren Keser li dadgehê bi şertê kontrola edli serbest hat berdan. 33 kes jî li dadgehê îfadegirtina wan berdewam dike.

Kesên ku xizmên wan derxistin pêşberî dadgehê jî sekna xwe ya li ber edliyê berdewam dikin.