Parlementerê HDP'ê Encu hat berdan

ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu yê li Girtîgeha Kandirayê dihat ragirtin, serbest hat berdan.

Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu yê ji 4'ê mijdara 2016'an heta niha li Girtîgeha Tîpa E ya Kandirayê dihat ragirtin ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat tahliyekirin. Li ser îtîraza parêzerên Encu, heyeta dadgehê ji bo doza ku Encu bi hinceta, "endamê rêxistinê" dihat girtin û darizandin, bi şertê venêrîna edlî û qedexeya derketina derveyî welat biryara berdana Encu da.

Dê di saetên pêş de Ence ji Girtîgeha Tîpa E ya Kandirayê derkeve.