Der barê Hevserokê PYD'e Muslîm de biryara girtinê!

ENQERE - Der barê Hevserokê YPD'ê Salîh Muslîm û 48 kesên ku di nav de Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal jî hene biryara girtinê hat derxistin.

Der barê Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm û 48 kesên tê îdiakirin rêveberê PKK'ê ne de biryara girtinê hat derxistin. Di nava kesên ku biryara girtinê hatine derxistin de Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal ên tê zanîn li Ewropayê ne û rêveberê KCK'ê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Fehman Huseyîn jî hene.