EDÎRNE - Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, Başak Demirtaş serdana wî kir û got, tenduristiya Demirtaş baş e û ji bo her kesî silavên wî hene.
Îro hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, Başak Demirtaş serdana wî kir. Piştî hevdîtinên Başak Demirtaş li ber girtîgehê têkildarî rewşa hevjînê xwe agahî dan.
Başak Demirtaş, anî ziman ku tenduristiya Demirtaş baş e û wiha axivî: "Tenduristiya wî baş e, tu pirgirêk tune ne. Ji bo her kesî silavên wî hene."