Di 'Nobeta Edalet û Azdiyê de peyama 'Em ê bêdeng nebin'

STENBOL - Di Nobeta Edalet û Azadiyê ya ku ji aliyê hêzên demokrasî û kedê ve hatiye destpêkirin de peyama "Em ê bêdeng nebin" hat dayîn.

7'emîn Nobeta Edalet û Azadiyê ya ku ji aliyê Basin-Îş, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek hêzên demokrasî û kedê ve hatiye destpêkirin li ber Edliyeya Stenbolê hate girtin. Di çalakiyê de pankarta "Em edalet û azadiyê dixwazin" hate vekirin û dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", Bila OHAL bê rakirin" "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" hatin berzkirin. Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, Navenda Çand û Hunerê ya Arzela, birayê Midûrê Karên Nivîsan a Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya ku girtî ye Hasan Kizilkaya û gelek sazî û dezgeh beşdarî nobetê bûn.

Endamê TÎHV'ê Umît Efe diyar kir ku bi 2 KHK ên nû ve 375 komele, 9 saziyên çapemeniyê hatine girtin, 15 hezar û 726 kes jî ji kar hatine avêtin, 175 komele, 18 weqf û saziyekî tenduristiyê ji lîsteya saziyên hatine girtin, hatine derxistin.

Xebatkarê TV10 Velî Haydar Guleç jî wiha got: "Ev pêkûtî nayê berdewam kirin. Ahmet Turk hat binçavkirin. Heke ew jî tê binçavkirin êdî hûn hesab bikin. Gavek wêdetir kareset e. Ji ber vê yekê jî nikare bê berdewamkirin." Guleç destnîşan kir ku kanalên ku hatine girtin bi gelek zimanan weşan dikirin û gotina "bi girtinê, bêdengkirinê hûn nikarin tune bikin" bi kar anî. Guleç got ku civak li hemberî ve pêkanînên nehiqûqî dê bêdeng nemîne.

'DÊ DENGÊ ME XURTIR DERKEVE'

Serokê Basin-Îş a DÎSK'ê Aydin Nadîr j3i wiha axivî: "Em hemû rewa ne, yên nerewa yên ku welat bi rêve dibin in. Li ser bedenên zarokan, ên jinan qanûnê derdixin û tecawizê rewa nîşan dide bi vî rengî îspat dikin ku çiqas nerewa ne. Her qad, qada berxwedanê ye. Heta ku hûn hewl bidin bêdeng bikin dê dengê me xurtir derkeve."

'DIVÊ EM LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BISEKININ'

Lîstikvana Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Rûgeş Kirici jî wiha got: "Heke em li dijî faşîzmê nebin yek em ê li zindanên faşîzmê bigihîjin hev. Li şûna ku em gil^ibikin divê em li dijî faşîzmê bibin yek. Hêza me ya sekna li dijî vî hovîtiyê heye. 9 saşên NÇM'ê hatin girtin. Weke keseke ku bi hunerê ve eleqedar dibe dikarim bibêjim ku ev kom dê pêşerojê wekî delîlê sûc bê qebûlkirin."

Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.