Encu: Berxwedana gelê me bû berxwedana me

STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hat tahliyekirin, got girtina wan "birayereke siyasî ye" û wiha axivî: "Em spasiya gelê xwe, saziyên civaka sivîl ên xwedî li me derketin dikin. Berxwedana wan li girtîgehê bû berxwedana me. Ji bo her kesî spas."

Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hat tahliyekirin, got girtina wan "birayereke siyasî ye" û wiha axivî: "Em spasiya gelê xwe, saziyên civaka sivîl ên xwedî li me derketin dikin. Berxwedana wan li girtîgehê bû berxwedana me. Ji bo her kesî spas."

Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê di çarçoevya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di 4'ê Mijdara 2016'an de hatibû girtin û der barê wî de heta 22 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin, hat tahliyekirin. Piştî biryarê heyeta ku Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî di nav de ji bo pêşwaziya Encu çû ber girtîgeha Tîpa F a Kandirayê. HDP'iyan bi kulîlkan Encu pêşwazî kirin û ew hembêz kirin.

Paşê Encu li ber girtîgehê daxuyaniyek da.

Encu wiha got:

"Beriya her tiştî em ji ber vê tahliyeyê ne kêfxweş in. Du hevserokên me yên giştî û hevalên me yên din rehîn tên girtin, nêzî 70 hevşaredarên me, rêveberên partiya me û gelek hevserokên me yên bajarm bi biryareke siyasî hîn jî di hudnur de ne ku ev jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê pergala huqûqê bê çi qasî girêdayî îktidarê ye û bê em bi briyareke siyasî ya çawa hatine girtin. Hele di pêvajoya referandûmê xwestina wan a nexebata me, bi çewisaninên li ser gelê me, bi girtinan aşkere ye ku dixwazin di referandûmê de 'Erê' der bixin. Divê demildest dawî li van tewşomewşiyan bê û hevalên me bên berdan, da aramî, aştî li welat peyde bibe. EM ji bo vê têdikoşin."

'EM BI BIRYAREKE SIYASÎ LI VIR IN'

"Em bi biryareke siyasî liv ir in. Dema dosyeyên me bên lêkolînkirin, dê diyar bibe ku sirf em li gel gelê xwe bûne hatine girtin. Em dixwazin demildest ev welat aram bibe. Hêvîdarim demildest dawî li van tewşomeşiyan bê. Bi taybetî jî di pêvajoya girtîgehê de ji bo hemû kesên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê me bi tenê nehiştin û peyamên piştevaniyê şandin spasiyên xwe pêşkeş dikim.Em spasiya gelê xwe, saziyên civaka sivîl ên xwedî li me derketin dikin. Berxwedana wan li girtîgehê bû berxwedana me. Ji bo her kesî spas."

Piştî daxuyaniyê Encu û yên li gel wî ji ber girtîgehê veqetiyan.