EDENE - Malbatên ku zarokên wan di şewata Wargeha xwendekarên keç a Aladagê de jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku, 78 roj derbas bûn, lê hêj edaletê cihê xwe nedîtiye. Malbatan, destnîşan kir ku rayedarên hikûmetê dixwazin ser bûyerê bigirin.
Li navçeya Aladagê ya Edeneyê, di 29'ê Mijdara 2016'an de li Wargeha Xwendekarên Keç a Taybet a aydî cemaeta Suleymaniyan şewat derketibû û 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 24 kes jî birîndar bûbûn. Her wiha bi hinceta di facîayê de îhmalkarî kirine 8 kes jî hatibûn girtin. Têkildarî bûyerê lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Edeneyê jî didome. Malbatan diyar kir ku, di ser bûyerê re nêzî sê mehan derbas bûye, lê belê hîn jî tu gav nehatine avêtin û gotin, li gel li Meclîsê Komîsyona Lêkolînê hatiye avakirin jî, lê tu lêkolîn nehatine kirin.
‘EDALET TUNE YE'
Bavê Cennet Karataş a di facîaya şewatê de jiyana xwe ji dest da, Mehmet Karataş anî ziman ku kesên ji facîayê berpirsiyar in nehatine darizandin û wiha got: "Rayedarên Muduriyeta Polîsan a Navçeyê ji bûyerê berpirsiyar in, lê heta niha ne îfadeya wan hatiye wergirtin, ne jî der barê wan de lêpirsînek hatiye vekirin. Bi rihetî ji xwe re digerin. Ji rêveberên wargehê jî çend kes hatin girtin. Li gel komîsyona lêkolînê hatiye avakirin jî, lê 78 roj e lêkolîneke baş nehatiye kirin. Dixwazin ser vê bûyerê bigirin. Em ê heta dawî pêvajoya huqûqî bidin meşandin."
'TEKANE ÇAREYA ME EV BÛ'
Bavê Sumeyye Yetim a di şewatê de jiyana xwe ji dest da, Ahmet Yetim jî ragihand ku, wî ji neçarî keça xwe şandiye wargeha cemaetê û anî ziman ku, wî 2 zarok dane xwendin û ji ber pereyên wî tune bûne wî ew şandine wargehê. Yetim wiha got: "Ji ber li Aladagê wekî din wargeh tune ne, bi beralîkirina Gerînendetiya Perwerdehiya Milî ya Navçeyê min her du zarokên xwe şandin wargeha cemaetê. Yek jê şewitî û mir, ya din jî birîndar bû. Tekane çareya me ev bû, ji bêçaretiyê wisa bû."
'MA LÊNIHÊRTINA BAŞ EV E?'
Bavê Bahtenur Baş a di şewatê de jiyana xwe ji dest da, Mehmet Ali Baş jî wiha pirsî: "Me ji Gerînendetiya Perwerdehiya Milî ya Navçeyê daxwaza çêkirina wargehekê kir, lê çênekir. Me sala ewil ew şandin Wargeha Xwendekaran a Pinarê, lê îsal ji ber cih li wir tune bûji neçarî me ew şandin wargeha cemaetê. Mamosteyên wargehê hatin heta mala me û gotin ew baş li xwendekaran binihêrin. Lênihêrtina wan a baş, kuştina zarokên me bû?"
'EM JI HER KESÎ GILÎDAR IN'
Dayika Nurgul Petlek a di şewatê de jiyana xwe ji dest da, Şerife Petlek jî diyar kir ku, wan ji Gerînendetiya Perwerdehiya Milî ya Navçeyê re gotiye ew naxwazin zarokên xwe bişînin wargeha cemaetê, lê gerînendetiyê ji wan re wiha gotiye: "Heke pereyên we hebin, malê ji zarokên xwe re bigirin û wan bidin xwendin." Petlek wiha axivî: "Me mecbûr kirin ku em zarokên xwe bişînin wargeha cemaetê. Me zarokên xwe pir û pak dişand, lê wan paqijî bi wan dida kirin. Em ji hemûyan û bi taybetî jî ji Gerînendetiya Perwerdehiya Milî gilîdar in. Dixwazin ser bûyerê binixumînin."