ÎZMÎR - Şaxên TÎHV û ÎHD'ê yên Îzmirê di şertên OHAL'ê de hilbijartina referandumê rexne kir û diyar kirin ku di şertên OHAL'ê de referandûm ne adîl e û divê şert û mercên wekhev bên avakirin.
Şaxa Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Îzmirê têkildarî şertên referandumê rexneyên xwe anîn ziman û diyar kirin ku di şertên OHAL'ê de referandum ne adîl e. TÎHV û ÎHD'ê destnîşan kirin ku di van şertan de referandum ne pêkan e.
Rêveberê TÎHV'ê Coşkun Usterî diyar kir ku li Tirkiye dişertên OHAL'ê de keyfiyet û binpêkirina mafan roj bi roj zêde dibe û wiha got: "Divê referandum di nava şertên wekhev de pêk bên. Li Tirkiye azadiya çapemeniyê tune ye. Îşkence û binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. Bi KHK’yan bi deh hezaran mirov hatin îxrackirin. Mirov rastî îşkenceyê tên. Azadiya ramanê û azadiya çapemeniyê di bin piyan de ye. Nêzî 150 rojnameger girtî ne. Zêdeyî 170 saziyên çapemeniyê hatine girtin. Hemû TV di xizmet û venêrtina îktîdarê de ne. Her rexneya li dijî îktîdar û Serokomar wekî "heqaret" tê pênasekirin û rastî lêpirsînê tê. Di van şertan de referandum nayê kirin. Ger ku bê kirin jî ne edalet e."
BILA OHAL BÊ RAKIRIN
Usterî, destnîşan kir ku di şert û mercên OHAL'ê de referandum ne adil e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Divê OHAL bi dawî bibe. Di van şertan de azadiya propaganda tuneye. Du bersîv hene ya "Erê" û ya "Na" ye. Lê niha hêza îktîdarê bersîva "Na" wekî piştgiriya terorîzmê pênase dike û bi terorîst tawanbar dike. Di şertên OHAL'ê re referandumek azad pêk nayê. Bila bi lezgîn OHAL bê rakirin. 18 xalên bê guhertin bêtir erka Serokomar zêde dike. Hemû erk dikeve destê Serokomar. Serokomar çi bixwaze dê wî bike. Kê bixwaze dê bîne ser kar û kê bixwaze dêji kar derxe. Divê her kes biçe ser sindoqê û dengê 'Na" bikar bîne. Ez bawer dikim hilbijartina herî rast "Na" ye."
‘DI ŞERTÊN OHAL'ê DE REFERANDUM DÊ ÎHLALAN ZÊTETIR BIKE'
Rêvberê Navendî yê ÎHD'ê Mehmet Aker jî anî ziman ku bêyî hevparên meclîsê û fikrên saziyên sivîl ên civakî 18 xalên Qanûna Bingehîn li meclîsê hat erêkirin û wiha got: "Bi awayekî dijhiquq ev qanûn li meclîsê hatin erêkirin. Di şertên OHAL'ê de bi biryarên KHK'ê li vî welatî referandum dê bi xwe re îhlalên mafên mirovan zêdetir bike. Bi taybetî îktîdar di demên dawî de zimanekî ê din bikar tîne Em dê ji niha de çavdêriya vê pevajoyê bikin heta roja sindoqê u hemû binpêkirina mafan bikin rapor."