WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, ji ber destûr daye peyzqaja ji bo gorê hatiye çêkirin, tevlî merasîma cenazeye bûye 3 meh ink girtiye. Derbarê Kaya de her roj doz vedibin û lez dane dosyayên li dadgeha bilind.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya ku Walî Îbrahîn Taşyapan wekî qeyûm tayînî şûna wî kirin li 3 mehe li Girtîgeha Sîlîvriye giritye. Derbarê dosyayên Kaya jî biryara veşartî heye. Yek ji hincetê ku ji bo Kaya bên girtin goristana li taxa Yenîmahalle ya li navçeya Rêya Amûşê ye hat nîşandan. Li goristanê cenazeye welatiyên li taxê û kesên ji taxê yên YGP, YPJ û PKK’î ne û jiyana xwe ji dest dane hene. Goristana ku kevne ji bo derdora wê bê sererastkirin di 2015’an de dabûn îhalê û hat îdîakirin dayîna îhalê sûce. Hat îdîakirin ku ji bo cenazeyên PKK, YPG û YPJ’iyên jiyana xwe ji dest dane li vir bên definkirin ji aliyê Kaya ve bi taybet hatiye veqetandin.
'BI PEYMANA KCK’Ê RE DI NAVA HEVSERNIGYÊ DE YE’
Destûrdayîna Kaya ya ji bo sererastkirina goristanê ji aliyê dadgehê ve wekî “Bi peymana KCK’ê re din ava hevserngiyê de ye” hat nîşandan û hat gotin ku ev sûceke mezine.
TEVLÎBÛNA MEŞ Û MERASÎMA CENAZE WEKÎ SÛC HAT HESIBANDIN
Hinceta din a ku Kaya pê hat girtin jî wekî; 2’yê Kasnûna 2015’an tevlî meşek a li bajar hatiye idarxistin bûye, 7’ê Mijdara 2016’an tevlî merasîma cenazeye Revan zana Bariştiran (Omedya Rohat) ê HPG’î ku li Dersimê jiyana xwe ji dest daye.
KAYA: BAWERIYA MIN BI BÊALÎBÛNA DADGEHÊ NAYÊ
Kaya di parastina xwe de diyar kir ku baweriya wî bi bêalîbûna dadgehê nayê û wiha got: “Ji xwe darizandinek ku encama wê diyare tê kirin. Baweriya min bi bêalîbûna dadgehê nayê. Tu daxwazên min jî tune ne.”
GOTINÊN KAYA DÎSAN DI DOSYAYEKÊ DE NE
Kaya ku di civîna çapemeniyê ya ji bo girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û Berdevka Demî ya KJA’yê Ayla Akat de axivî axaftinên wî hatib birîn û derbarê wî de dosyayek nû hat vekirin. Li ser serlêdana sûc a Serdozgerên Komarê yên Amedê Abdullah Aytekîn, Caner Ulu, Sebahattîn Erkaya û dadgeh Fatîh Çavuş, Kenan Polatcan û Hamza Turker derbarê Kaya de hat îdîakiirn ku “ji ber peywirê heqaret li peywirdarê cemawerê kirye” dosyaya dozê hat amadekirin. 2’yemîn rûniştina doza ku di 13’yê Sibatê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê hat dîtin taloqî 20’ê Nîsanê hat kirin.
Di dosyayê de tê îdîakirin ku “ji ber peywirê heqaret li peywirdarê cemawerê kirye” derbarê Kaya de hatiye vekirin, mayîna Kaya ya li girtîgehê ku ji ber “Doza Sereke ya KCK’ê” û gotinên wî yên ji bo dozgerên ku niha ji cemaeta gülen tên darzinadin wekî delîl hatin nîşandan. Gotinên ku ji daxuyaniya Kaya bi mûcingî hatine girtin û wekî delîlên sûc hatine nîşandan wihane: “Gel ev 200 sale ligel hemû zext û zehmetiyan jî heta roja îro hat. Di van pêvajoyan de dibe ku em mexdûr bibin lê yê ku winda bike dê ne em bin. Kesên ku operasyonên KCK’ê pêk anîn, çawa ku lanet li paşeroja xwe dikin kesên ku niha van operasyonan dikin jî dê çê bikin. Binçavkirinên ku îro tên kirin tu ferqa wê ji operasyonên KCK’ê yen 5 sal berê tune ne. Kesên ku amadekariyên operasyona KCK’ê kirin, pêkanîn niha bi her awayî çêran ji paşeroja xwe re dikin.”
LEZA DADGEHA BILIND
Kaya ku di sala 2012’yan de ji ber “Doza Sereke ya KCK’ê” hat girtin û piştre hat berdan bi 6 siyasetmedarên kurd re bi îdîaya “endamên rêxistina terorê ya biçekin” ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve 15 sal cezayê girtîgehê li wan hat bîrin. Ji bo biryar bê guhetin parêzerên siyasetmedaran di 4’ê Cotmeha 2014’an de dosya şandin temyîzê, ev daxwaz bi lez ji aliyê dadgeha bilind ve ket rojevê. Rûniştana doza ku ji aliyê dadgeha bilin ve tê şopandin di 16’ê Çileyê de li 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilin hat dîtin. Di 22’ê Sibatê de jî dê li 16’emîn Daîreya Ceza doza biryarê bê dîtin.
‘MUDAXELEYÊ PÊKANÎNA NORMAL KIRIN’
Parêzerê Kaya Sebahattîn Kaya diyar kir ku balkêşe di demek nêz de dosyaya Hevşaredar Kaya ji aliyê dadgeha bilind ve anîna rojevê û wiha got: “Dadgeha bilind bil ez rêza dosyayan guhert û ev dosya ji nava hilbijart û xist rojevê. ligel ku di dosyayê de tu girtine tune ne jî gelek zu rûniştina wê tê dîtin. Ev jî nîşan dide ku dadgeha bilin mudaxeleyî pêkanînên normal dike. Tê zanîn ku hinek kesan pê li bişkojê kirine. Ev rewş ji operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd ên vê dawiyê ne cuda ne. Bi riya dadgeha bilind tasfiyekirina partiyek siyasî hatiye hedefkirin û vê gav bi gav pêk tînin.”