'Ji bo Tirkiye nefesê bistîne 'Na'

WAN – Serokê EMEP'a Bajêr Hayrettin Alan, diyar kir ku dê di refrandûmê de bibêjin "Na" û êdî 'Na' ya her kesî dê xwedî wateyekê be." Seroka TKP'a Bajêr Mujde Tozbay jî anî ziman ku ji bo welat nefesê bistîne pêdivî bi 'Na' yê heye.

Ji bo referandûma guherandina Qanûna Bingehîn her diçe eniya "Na"yê xurtir dibe. Serokê Partiya Kedê (EMEP) a Wanê Hayrettin Alan û Seroka Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) a Wanê Parêzer Mujde Tozbey çima bibêjin "Na" vegotin.

‘WELAT BER BI FELAKETEKE MEZIN VE DIBIN'

Seroka TKP'ya Bajêr Mujde Tozbey, diyar kir ku ew ê ji Qanûna Bingehîn a dê tenê li leha çîna serdest be û dê hemû raye têkevin destê yekkesî bibêjin "Na" û wiha got: "Em ji rêveberiya yekzilamîr re dibêjin 'Na'." Tozbey, dest nîşan kir ku pirgirêk ne pirgirêka rejîmê ye û got, komek ji bo pêşeroja xwe xelas bikin, welat ber bi felaketeke mezin ve dibin.

‘TENÊ GOTINA 'NA' TÊR NAKE'

Tozbey, diyar kir ku ji pêşniyara Qanûna Bingehîn a heyî re gotina "Na" têr nake û wiha axivî: "Em ji vê pêşniyara Qanûna Bingehîn re dibêjin, 'têr nake lê Na'. Çimkî, ne ev pêşniyar ne jî rewşa heyî dê mirovên me ji felaketê rizgar nekin. Tenê pergaleke ku em ê bi awayekî wekhev û azad bijîn heye, ew jî bi sosyalîzmê pêkan e. Vê pêşniyara demildest derxistin; di bin çewisandina teqîna bombeyan, xetereya şer, betalî, xizaniyê de berpêş dikin. Hikûmeta AKP'ê her tim gefan li gelê me dixwe, xwe wek avakarê îstikrar û ewleyiyê berpêş dike û daxwaza dengan dike."

‘JI BO BÊHNSTENDINÊ DIVÊ JIN BÊJIN NA'

Tozbey, dest nîşan kir ku divê gelê Wanê û hemû jinên Tirkiyeyê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha domand: "Divê mirovên li Wanê li dijî derhuqûqiyên herêmê, şer, koçberî, tayînkirina qeyûman, girtina parlementeran bibêjin 'Na'. Her wiha paşverûtî dixwaze xebata jinê, mafê kurtajê, li kuçeyan meşa wê û heta kenandina wê qedexe bike. Beriya her tiştî ji bo li vî welatî jin bêhnê bistînin, mecbûr in bibêjin 'Na'."

‘EM LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN A GEL DERÎ SIYASETÊ DIKE DIBÊJIN 'NA''

Serokê EMEP'a Bajêr Hayrettin Alan jî got, divê êdî îktîdara AK Partiyê ya 15 salan bê rawestandin û dest nîşan kir ku ev 2 sal e bi awayekî fiîlî serokatî tê meşandin û wiha domand: "Ji 15'ê Tîrmehê heta niha welat bi OHAL'ê tê birêvebirin. Her roj bi hezaran binçavkirin û girtin çêdibin. Di van rojên ku her roj akademîsyen, nivîskar û rojnameger tên girtin, rejîma Serokatiya tîpa tirk" ku pêdiviya civakê pê tune ye, bi pêvajoya referandûmê berpêşî me dikin. EM li dijî vê Qanûna Bingehîn a gel derî siyasetê dike dibêjin 'Na'."

‘EM Ê JI BO KEDKARAN BIBÊJIN 'NA''

Alan, got di şert û mercên OHAL'ê de guherandina Qanûna Bingehîn ne rewa ye û wiha domand: "Tenê guherandineke ku dem ahemû gel beşdarî wê bibe rewa ye. Divê careke din jî bê gotin, heke 'Erê' derkeve jî, ev ne rewa ye. Dê ji niha û pê ve 'Na'ya her kesî bê wateyeke din. Heke bivê em ê mal bi mal bigerin, lê em ê teqez 'Na'yê birêxistin bikin. Çimkî, dê qanûneke bingehîn a wisa re di serî de bandorê li kedkara, çîna karkeran bike. Dê betalî zêde bibe, jiyan buha bibe û dê ev kedkaran biqedîne. Çimkî heke 'Erê' derkeve, dê karker nikaribe li mafên xwe bipirse, dê mafên wan ên grevê bên binpêkirin. Ji bo vana hemûyan em ê bi hemû hêza xwe bi awayekî herî hêzadar 'Na'yê birêxistin bikin."