Qawita Xizir li xizanan tê belavkirin

DERSIM - Beriya dawiya meha Xizirê bi rojekê, Qawita Xizir ya salê carekê li her malê tê çêkirin, bi qenimên qemirî yên li destaran tên hêrandin tê çêkirin. Qawît bi mebesta piştevaniyê li malbatên xizan tên belavkirin.

Dawiya meha Xizirê ya ji bo elewiyên Dersimê meheke pîroz e, tê. Di vê mehê de niyaz hatin kirin, rojî hatin girtin, qurban hatin jêkirin û belavkirin. Di baweriya elewîtiyê de meha Xizirê di navbera 15'ê Çileyê û 16'ê Sibatê de ye û li gor vê baweriyê di dawiya meha Xizirê de Qawitê Xizir bi destaran tê çêkirin. Yek ji wan jinên ku li gor çanda berê qawitê çêdike jî, li navçeya Pêrtagê Sultan Zamur e. Zamur, diyar kir ku ew di dawiya meha Xizirê de qawitê çêdikin û got, ew qawitê bi malbatên xizan re parve dikin.

Zamur, a genimên di dest xwe de li ser sêlê diqemirîne çêkirina qawitê vegot û anî ziman ku, ew genimê qemirandî dixin destar û dihêrin. Zamur, genimê qemirandî bi destan bera navbera her du kevirên destar dike û bi destê xwe yê din jî destar digerîne. Paşê genimê hêrandî li bêjingê dixe û bera nav ava kelandî ya li ser tifikê ye dide. Paşê xwê û şekir tevlî dike, heta ku arvan rûnê xwe bikêşe diqelîne.

Piştî qelandinê, Zamur qawitê dixe qabekê û nava wê vedike û herî dawî jî rûnê nivîşk ê li ser tifikê bera nava wê dide û amade dike.