Parvekirina wêneyê Demirtaş bû sedema girtinê

MÛGLA - Rêveberê HDP'a Datçayê Abdullah Çiçek ê bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" hat girtin, ji ber li ser civaka medyayî wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş parvekiriye, wêne wek delîla sûcî hat hesibandin.

Rêveberê HDP'a Datçayê Abdullah Çiçek, di 11'ê Çileyê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 13'ê Çileyê de jî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" ji aliyê 1'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Muglayê ve hat girtin. Di îdianamey der barê Çiçek hat amadekirin de, îfadeyên ecêb cih girtin.

WÊNEYÊ EBÛ LEYLA BÛ HINCETA CEZAKIRINÊ

Ji ber Çiçek wêneyekî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê li mîtîngekê hatiye kişandin û wêneyê Ebû Leyla yê dema li dijî DAIŞ'ê şer dikir li Minbicê jiyana xwe ji dest da di hesabê xwe yê Facebookê de parve kiriye, bi "Propagandaya rêxistinê" hat tawanbarkirin. Li gel vê, parvekirinên Çiçek ên wek sûc hatin hesibandin hemû yên di navbera salên 2015-2016'an de ne.

RENGÊN KESK, SOR Û ZER SÛC HATIN HESIBANDIN

Di îdianameyê de parvekirina Çiçek a di 25'ê Çileya 2012'an de "Of Of dê kengî ev xurbet biqede, min zaf bêriya Rihayê kiriye, min bêriya gundê xwe, xaka Kurdistanê, mirovên bi kurdî diaxivin kiriye, ev Marmarîs, Datça min difetisîne", wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, flamayeke bi rengê kesk, sor û zer bi îdiaya "Sembola rengên rêxistinê" ne, wêneyekî di 25'ê Çileya 2015'an de bi poşiyeke kesk, sor û zer kişandiye û nîşana serketinê kiriye ji bo sûc wek delîl hatin hesibandin.