AMED - Polisan bi maşîneya zirxî di 15'ê Sibatê de dolmîşa ku 10 rêwî têde hebûn û ji Lîcê dihat Amedê gulebar kir. Dolmîşa ku rêwî birindar bûn lêpirsîn lêlokîn nehat kirin. Heta niha berê jî bi behan welatî ji aliyê polis û lekeran ve hatin kuştin, lê lêpirsîn nehatin vekirin û dozên hatin vekirin jî bê encam man.
Di 15'ê Sibatê de li navçeya Licê ya Amedê mînîbusa bi plaqaşa 21 BD 463 ya aydî fîrmaya Lîce Surê ku 10 rewî têde hebûn, li duriyana Çewlîgê de ji aliyê wesayîta zirxî ya polisan ve hat gulebarankirin. Guleyên ku ji wesayîta zirxî hatin avêtin ji cama pêş a mînîbusê ket hundir û qoltix qul kir ji pişt derket. Di êrîşa ku bi tesadufî kuştî çênebû de rêwiyek ji ber camên şikestin birîndar bû.
ÇEND MÎNAKÊN KU BI DESTÊ POLÎS Û LEŞKERAN PÊK HATIN
* Di 5'ê Îlonê de; Di êrîşên hêzên dewletê de welatiyê bi navê Mehmet Emîn Levent ji aliyê sekvanan ve hat kuştin. Gel ji ber astengiyên tîmên taybet nekarî cenazeya Levent ji taxê derbixe û cenaze di mizgeftê de hat rawestandin. Dîsa di heman rojê de zaroka bi navê H.B. ya 15 salî, zarokê bi navê B.Î yê16 salî, Ûmran Asrak ya 18 salî, Zînet Dîrîcan ya 30 salî û Meryem Îşcen ya 40 salî di encama êrîşên tîmên taybet de birîndar bûn.
*Di 5'ê Îlonê de, di encema guleya nîşangeran de Osman Çagliyê ku 18 salî bi giranî birîndar bû ji ber ku Çagli nerakirin nexweşxaneyê ji ber xwîna zêde çûyî jiyana xwe ji dest da.
* Di 5'ê ÎLonê de; zarokê 35 rojî Muhamed Tahîr Yaramiş di qedexeyê de nexweş bû ji ber ku polîsan destûr neda ambulans bikeve taxê hewale derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
* Di Di encama gulebarana wesayîta zirxî de ciwanêbi navê Saît Çagdavul jiyana xwe ji dest da. Êrîşên tîmên taybet li ser taxan tewahiya şevê berdewam kir û 3 welatiyên di encama êrîşan de giranî birîndar bûyîn ji ber êrîşan nebirin nexweşxaneyê.
Hêzên dewletê dayîka 7 zarokan Meryem Sûne (53) li ber derê mala wê bi guleyê qetil kir û bi Sûne re hejmara kesên ku hatîn qetilkirn bûn 9 kes.
* Tîmên taybet welatiyê li taxa Yafesê li hemberî êrîşên dewletê li ber xwe dida gulebaran kir û ciwanê bi navê Ozgur Taşkin (20) qetil kir. Di heman taxê de di encama gulebarana tîmên taybet 2 ciwan birîndar bûn. Tîmên taybet destûr nedan ambulans ji bo birîndaran bikeve taxê.
* Hêzên dewletê hemû sevalên taxên Cûdî, Nûr û Yafesê di kolana de qetil kirin.
* Hêzên dewletê bi bombeatanran êrîşê malên gel kirin û gelek dîwarên malan hilweşiyan. Disa gelek kes jî ji ber parçeyên bombeyan birîndar bûn. Polîsan li taxa Yafesê bombeatar avêt malekê de û 2 zarokên malê birîndar bûn.
* Di encama bombebarana hêzên dewletê de li taxa Nurê malek şewitî.
10'ê îlonê
* Hêzên taybet bi çekên giran êrîşê taxa Cûdî kirin Maşalah Edîn, bûka wê Zeynep Edîn û ciwanek qetil kir. Yek giran 3 kes jî birîndar bûn. Li taxa Nûrê jî 4 welatî bi giranî birîndar bûn.
* Welatiyê bi navê Eşref Edîn jiyana xwe ji dest da û keça wî ya 10 salî ji aliyê nîşangerên taybet hat qetilkirin.
Ciwanê 28 salî Muttalip Pusat di êrişa maşîneya zirxî de jiyana xwe ji dest da.
Di 1'ê Îlonê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê ciwanê 18 salî Ali Kaval ji aliyê polîsan ve hat kuştin.
Di 12'ê Çileya 2016'an de polîsan li kolana Cengiz Topel a Geverê polîsan bi TOMA kalê 65 salî Hasan Han eciqad û kuşt. Welatiyên bi hawara Hasan ve çûn polisan bi maşîneya zirxî gule li ser welatiyan reşand
Dîsa li kolana Cengiz Topelê di 8'ê Cotmehê de polîsan bi maşîna zirxî gule li ser welatiyan reşand û 4 kes kuşt û 2 kes jî birîndar kirin.
Di 4'ê Îlonê de li navçeya Nisêbîne ya Mêrdînê li kolana Yavuz Selimê de polîsan bi mkaşîna zirxî Lokman Sune da ber guleyan û kuşt.
Di 15'ê Mijdara 2015’an de polisan dayika 44 salî ku dayika 5 zarokan e Selamet Yeşilmen li ber deriyê malê kuşt. Yeşilmen 4 meh ducanî bû. Yilmaz Tutak ê bi hawara Yeşîlmen ve çû birîndar bû.
Di 19'ê Sibata 2016'an de polîsan ji maşîneya zirxî gule reşand û Dilşa Ak a 59 salî kuşt. Waliyê Mêrdîn got ji ber pirsgireka teknîk bûyer pêk hat.
Di 9'ê sibata 2017'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê polisan bi maşîna zirxî li zaroka 7 salî Berfin Dilek qeliband û di bin tekerê maşînê de perçiqand.
Di 4'ê Îlona 2015'an de piştî êrişa li dijî qereqolê polîsan ketober gule reşand û 4 sivîl birîndar kirin. Ayten Gunhan (26) li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Di 6'ê Îlona 2016'an de maşina polîsan pîra 71 salî Naciye Ozdemir xist bin xwe û li ser rê kuşt. Welatiyan dikanên xwe girt û polîs şermezar kirin.
Di 27'ê Nîsana 2016'an de li Ofîsa Amedê maşina zirxî pîra 76 salî Hatun Elhaman kuşt.
Semra Turan - dîhaber