Serfermandarê Artêşê: Çavê me ronî be operasyona El Babê bi dawî bû

NAVENDA NÛÇEYAN - Serfermandarê Artêşê Hulusî Akar, diyar kir ku operayona El Babê bi dawî bû ye.

Serfermandarê Artêşê Hulusî Akar, li paytextê Qatarê Dohayê bi rojnamegeran re hat cem hev. Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê ya nêzî hikûmetê ye, Akar rewşa dawî ya operasyona El Babê vegot. Akar got: “Çavê me ronî be operasyona El Babê bi dawî bû.”

Akar, da zanîn ku du kemînên mezin ên bombeyan hatine îmhakirin û niha paqijiya herêmê tê kirin.