ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, mirovên li 3 jêrzemînan asê man û paşê hatin şewitandin û kuştin, wek "terorîst" îlan kir. Dozger der barê giliyên sûc de jî biryara neşopandinê da. Dozgerê ku jêrzemînan cihên bi "rîsk" bi nav kir û li wir lêkolîn nekir, têkildarî kesên hatin kuştin jî nirxandina li cem wan "çek hene" kir û got, mirina wan "li gor huqûqê" ye.
Giliyên sûc yên têkildarî kesên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatin şewitandin û kuştin, ji aliyê Serdozgeriya KOmarê ya Cizîrê ve biryara devjêberdana şopanê hat dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, giliyên ji bo hin welatiyên li 3 jêrzemînan jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku, "Di bûyerê de sedemên li gor huqûqê hene" û biryara pêdivî bi teqîbatê tune ye da.
BEYANÊN ‘ŞAHIDÊ NEPEN' ESAS HATIN GIRTIN
Dozgeriya ku biryara xwe spart îfadeyên şahidên nepen, parast ku Muharrem Erbek (18) ê di jêrzemînan yekemîn de bi birîndarî asê maye, Yasemin Çikmaz (17) a di jêrzemîna duyemîn de asê maye û Ramazan Biriman (22) ê di jêrzemîna sêyemîn de asê maye endamên rêxistinê ne û kuştina wan di çarçoveya mebesta operasyonê de ye.
'LÊKOLÎN BAŞ NEHATIYE KIRIN'
Malbatan jî bi daxwaznameyê îtiraza biryara devjêberdana şopanê da. Di daxwazanameya îtirazê de hat îfadekirin ku, lêpirsîn ne ji aliyê dozger vê lê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên gumanbar de hatiye kirin û hat bibîrxistin ku, li jêrzemînên cenaze lê bûne dozgeran tu lêkolîn nekiriye. Parêzerên malbatan jî dest nîşan kirin ku, bi tu awayî behsa çekên di operasyonê de hatine bikaranîn nehatiye kirine û diyar kirin ku, hûrgiliyên der barê hejmara leşkeran, qewanên vala de nehatine bahskirin. Parêzeran, ragihand ku dozgeriyê di biryara xwe de îdia kiriye ku li cem kesên jiyana xwe ji dest dane çek û muhîmat hebûne û wiha dest nîşan kirin: "Di dosyeya lêpirsînî de têkildarî çekên tên îdiakirin tu wêne, lêkolîna cihê bûyerê an jî tespîta şopa tiliyên kesên mirine tune ye."
Parêzeran bi bîr xist ku, dozgeran ji bo neketina jêrzemînan sedama "Avahî ji gumletên molozan pêk tên û rîska rûxandina wan heye" nîşan dane û di daxwazaneya îtirazê de wiha hat gotin: "Di girtenameya polîsan de jî heman tilt hatiye gotin, lê belê di heman girtenameyan de hatiye diyarkirin ku li cem mirovên jiyana xwe ji dest dane çek û muhîmat hebûne û ev kes bi hêzên ewlehiyê re pevçûne. Dîsa cenzayên di van jêrzemînan de ji aliyê polîsan ve hatine derxistin. Vê nelihevkirina di girtenameyan de nehatiye vekolandin. Hem hatiye diyarkirin ku ji ber avahî birîskên ketina wan çênebûye, hem jî tê diyarkirin ku ji hundurê avahiyan cenaze hatine derxistin. Heke ev kes pevçûbin, nexwe divê li jêrzemînan gelek qewanên vala hebin û diviya ev qewan wek delîl di dosyeyê de cih bigirtanan."
'DI DOSYEYÊ DE DÎMENÊN TÊKILDARÎ BÛYERÊ JÎ TUNE NE'
Parêzeran, dest nîşan kir ku li cihên jêrzemîn lê ne gelek wesayîtên zirxî daxilî operasyonê bûne û dest nîşan kirin ku, ewraqên tu wesayîtên zirxî yên rojên bûyerê li wir bûne di dosyeyê de tune ne.
'ÎFADEYA TU KESÎ NEHATIYE GIRTIN'
Parêzeran, anî ziman ku li gor girtenameyên otopsiyên yên gelek welatiyên jiyana xwe ji dest dane, di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane û di daxwazanameya îtirazê de wiha hat diyarkirin: "Li gel vê jî, îfadeya tu polîs û leşkerî nehatiye girtin. Piraniya cenazeyan hatine şewitandin û yekpareyiya bendenê tune ye." Parêzeran, dest nîşan kir ku bi biryara devjêberdana şopanê, Hikûmet li gor berpirisyariyên xwe yên di nezda DMME'yê tevnager û wiha gotin: "Ev rewş îhlalkirina mafên muwekîl ên bi Qanûna Bingehîn û DMME'yê di bin ewleyê de ne nîşan dide."