Prof. Dr. Miley: Pêdiviya Rojhilata Navîn Ocalan heye

AMED – Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley ê di qada civaknasiya siyasetê de gelek xebatên girîng kirine, diyar kir ku dê pêşniyarên siyasî yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aştî û îstikrarê li Rojhilata Navîn peyde bikin û wiha got: "Ji bo em bi Ocalan re hevdîtinê bikin 2 caran hatin Tirkiyeyê. Pêşnûmaya Konfederalîzma Demokratîk, dê ji bo pirsgirêkên ku demeke dirêj e li Rojhilata Navîn hene bibe bersiv. Ji bo wê pêdivî bi dengê Ocalan heye."

Heyeteke ji parlementerên Parlementoya Ewropayê (PE), akademîsyen û rojnamgerên ku xwedî xebatên girîng iin pêk tê, bi daxwaza bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin hat Tirkiyeyê. Heyeta ku hîn jî daxwaza wan nehatiye qebûlkirin, li Amedê bi saziyên civaka sivîl, sendîka û partiyên siyasî re hevdîtin çêkirin û der barê pêkanînên li herêmê agahî wergirtin. Dê heyet çavdêrî û hevdîtinên xwe yên li bajêr, li Ewropayê berpêşî mekanîzmayên navnetewî bikin. Dê heyet piştî xebatên xwe yên du rojan, îro vegere Stenbolê.

Di heyetê de parlementerên PE'yê Costas Mavrides û Julie Ward, parlementerê PE'yê yê berê Francis Wurtz, ji Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê Miren Edurne Gorrotxategi û Ulla Sandbaek, parlementerê Parlementoya Îzlandayê yê berê Ögmundur Jonasson, ji Rojnameya The Guardian'ê Jonathan Steele, Serokê Komîsyona Edalet û Aştiyê ya Westminsterê Peder Joe Ryan, endamên Lijneya Şêwirmendiyê ya Enstîtuya Ekolojiya Civakî ya Navnetewî Dimitri Roussopoulos û Federico Venturini û Hîndekarê Zanîngeha CambridgeyêThomas Jeffrey Miley cih digirin.

Ji Zanîngeha Cambrîdgeyê berdevkê heyetê Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley yê di qada civaknasiya siyasetê de gelek xebatên girîng kirine û ji nêz ve Tirkiye û Rojhilata Navîn dişopîne, têkildarî serdanên xwe û pêvajoya li Tirkiyeyê didome ji dîhaberê re axivî.

'EM LI BENDÊ NE KU CPT DI DEMEKE NÊZ DE RAPORA XWE AŞKERE BIKE'

Miley, bi bîr xist ew di Sibata 2016'an de ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatine Tirkiyeyê, lê belê Wezareta Dadê bersiveke neyînî daye wan û wiha got: "Piştî vê bersiva neyînî, me hevdîtin û serdanên ku berê plana wan kiribûn çêkirin û me çavdêriyên xwe ragihandin Konseya Ewropayê. Piştî ragihandinên me Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî ket nava hewldanan û di dema tecrîdê de bi Ocalan re hevdîtin çêkir." Miley, pirsa me ya "Lê belê CPT hûrguliyên hevdîtinê parve nekirin" jî wiha bersivand: "Belê hayê min jê heye ku CPT rapora xwe bi raya giştî re parve nekiriye. Em li bendê ne ku CPT di demeke nêz de rapora xwe aşkere bike."

'PÊDIVIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN BI BIHÎSTINA DENGÊ OCALAN HEYE'

Miley, diyar kir ku ew dizanin dê perspektîf, fikir û pêşniyarên siyasî yên Ocalan îstikrar û aştiyê pêk bîne û ji ber vê di vê pêvajoya bi sancû ya Rojhilata Navîn wan xwetsiye bi Ocalan re hevdîtinê çêbikin û wiha axivî: "Ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn pêşnûmayeke siyasî ya Ocalan heye. Pêşnûmaya Konfederalîzma Demokratîk, dê ji bo pirsgirêkên ku demeke dirêj e li Rojhilata Navîn hene bibe bersiv. Ji ber vê jî, pêdiviya mirovan bi bihîstina dengê Ocalan heye. Wek Mandela, ji bo aştiyê rolekî mezin a Ocalan heye. Tecrîdkirina Ocalan, tê wateya tecrîdkirina hemû kurdan, tê wateya binpêkirina mafên hemû kurdan. Ji ber vê me dîsa xwest ji bo hevdîtina bi Ocalan re em serlêdanê bikin û em li benda bersivê ne."

'BI AWAYEKÎ ZÊDE ŞIDETA DEWLETÊ DIBÎNIM'

Miley, diyar kir ku wan vê carê dîmena Tirkiyeyê baş nedîtiye û wiha axivî: "Ji bilî meha Sibatê, ji bo hilbijaryina Hezîrana 2015'an wek çavdêr hatibûm. WÊ demê hêviyeke mezin hebû. Heta me digot, 'her tişt pir baş diçe.' Çavdêriyên me yên biv î awayî hebûn. Lê pişt re, geşedan pir lezgînî çêbûn. Niha dema em lê dinihêrin bêhiviyeke mezin heye. Bi awayekî zêde şideta dewletê dibînim. Hem jî dibînim ku bi awayekî zaf zêde binpêkirina mafên mirvan zêde bûye."

'PÊKANÎNÊN LI VIR LI EWROPAYÊ NAYÊN BIHÎSTIN'

Miley, dest nîşan kir ku pêkanînên salek du sal e li herêmê tên jiyîn li Ewropa û cîhanê nayên bihîstin û wiha got: "Lê li gel vê rewşa nebaş jî, hewldana afirandna tiştên baş tiştekî şahane ye. Bi taybet em israra aştî û demokrasiyê ya tevgera azadiya kurd dişopînin. Hinekî jî mebesta serdana me ev e. Yanî em qewimînên li vir ragihînn. Hêvîdarim dê ev hewldan erênî be. Heta hewldanên mirovên liv ir bidomin, hema kêliyekê be jî jib o alîkariyê em ê hewl bidin û heke bibe dê ev me kêfxweş bike."

Miley, diyar kir ku sedema van geşedanên nebaş ên li Tirkiyeyê, ji ber sedemên herêmî û yên navxweyî ne û wiha domand: "Geşedanên li Sûriye û Iraqê, bi taybetî jî yên li Rojavayê li Tirkiyeyê polîtîkayên navxweyî û derve diyar dike. Şerên li hawirdorê bandorê li Tirkiyeyê dikin, çimkî perçeyekî vî şerî ye. LI gel vê qewimînên li Rojavayê ji bo xwe wek xetereyeke ewleyiyê dibîne. Helbet ev sedemên herêmî ne, lê ev teqlê li pêşveçûyîneke nebaş dike."

'BI STRATEJIYA 1'Ê MIJDARÊ ÇÛYÎNEKE BER BI REFERANDÛMÊ VE HEYE'

Miley, ji sedemên navxweyî ya herî girîng wek "Serketina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê ye" nirxand û wiha axivî: "Erdogan, piştî 7'ê Hezîranê ji bo îktîdara xwe biparêze serî li stratejiyên cuda da. Bi vî awayî jî çû hilbijartinên Mijdarê. Dît ku ev stratejî bi kêr tê û niha jî wê didomîne. Bi heman stratejiyê diçe referandûmê jî."

'DIXWAZIM KURD WÊREKTIR BIN'

Miley wiha axivî: "Kurd bi nirxên wek aştî û demokrasiyê di riyeke rast de ne. Ev nirx, tenê ne ji bo çareseriya pirgirka kurd a li Tirkiyeyê, tekane hewcetiya gelê Rojhilata Navîn e. Ji ber vê em di rojên tarî de ne, lê em dizanin ronahî piştî tarîtiyên herî dijwar hiltên. Di çûyîna ber refarndûmê de, bi rastî jî dema ez pêkanînên liv ir difikirim, dilê min rastî qeyranan tê. Dizanim mirovên li vir wêrek in, lê dixwazim wêrektir bin."

Nuri Akman-Vedat Dag / Dîhaber