Qeyûm tayînî gubre jî kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Kontrola gubreya bi nîtrat ê demeke hatiye qedexekirin xistin destê keyayan. Gubreya bi reçeteya E didin cotkaran dema tê reşandin jî keya dê kontrol bike.

Gubreya ku qedexe jêre hatibû danîn bi kontrolkirî li cotkaran tê belavkirin. Peywirdariya notirvaniya gubre jî dan keyayan. Gubreya bi Azot (bi nîtrat) ya ku par hatibû qedexekirin meha Çileyê qedexe hatibû rakirin. Gubreyên potasyum nîtrat û sodyum nîtrat serbest bûn lê ji bo bikaranîna gubreya Kalsiyum amonyum nîtrat jî pêkanîna e-reçete hatibû danîn û ji lîsteya qedexe ya gubreyan hatibû derxistin.

KEYA DÊ LI ZEVIYÊ AMADE BE

Wezareta Sewalkarî û Çandiniyê, di fermana ji 81 baran re şandiye de diyar kir ku dema gübre li zeviyan tê reşandin dê kooperastîf, odeya zîraatê û keya di pêkanîna wê de cih bigirin. Peywir dê merteba dema ku gübre tê reşandin jî berdewam bike. Ji rojnameya Dunyayê Alî Yildirim pêkanîna projeyê wiha vedibêje:

“Cotkar ji bo gubreya kiriye li zeviyê bike divê bi e-reçeteyê serî li midûryeta bajar/navçe ya ku zeviya wî li wire bide. Midûryeta bajar/navçe, dê serlêdanên ji bo pêkanînan gubre binirxîne, dê bernameya pêkanînê amade bike û beriya pêkanînê dê ji cotkaran re ragihîne. Dema gubreya nîtratli li zeviyan tê kirin dê xebatkar, kooperatif, odeya zîraatê, keya û kesek din di dema pêkanînê de amade bin. Piştî zevî hat reşandin cotkar û xebatkarê peywirdar dê li ser pişta e-reçeteyê zanistên gubreya hatiye bikaranîn binivîsin û îmze bikin. Midûryeta bajar/navçe dê rêjeya gubreya hatiye bikaranîn li “Ekrana Pêkanîna Gubre” ya Pergala Şopandin û Qeydan a Gubreyê qeyt bike.