Dozger nûçegîhaniya JINHA wekî suc dît

AMED – Dozgerê Komarê îdîanameya nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Aysel Işik amadekir. Dozger, nûçegîhaniya JINHA’yê sûc hesiband û xwest weke "Endamtiya rêxistinê" bê darizandin.

Nûçegîhana JINHA ya bi KHK’ê hat girtin, Aysel Işik, beriya qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an de li Şirnexê hat îlankirin û hîna didome, li Şirnexê nûçe dişopand, di 21'ê Mejdara 2016'an de hat binçavkirin û hat girtin. Işik ku pirsgirêkên jin û zarokan yên di konan de diman dikir nûçe dema li gel parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez li taxa Yenî nûçe dişopand bêyî biryara binçavkirinê nîşanî Wekîl Aycan Îrmez û parêzerên Işik bidin Işik binçav kiribûn.

Aysel Işik ku piştî demekê li Giertîgeha Tipa T a Şirnexê hat girtin, piştre şandin Girtîgeha tîpa T a Rihayê. Dozger îdîanameya der barê Aysel Işik de temam kir. Îdinamaye ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Dozger der Işik de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê ye" ceza xwest. Dozger nûçe û wêneyên di medyaya civakî de parvekirine delîl nîşan da. Parvekirinên wê yên de barê bûyera windabûna Hurşît Kulter de jî sûc hesiband. Dozger dîsa nûçegîhaniya wê ya JINHA’yê jî sûc nîşan da. Rûniştan doza Aysel Işik a ewil dê di 1’ê Adarê de li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin.