Dozger biryara demboriya doza Hasan Ocak da

STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Beykozê der barê dosa Hasan Ocak ê di bin çavan de hat windakirin biryara demboriyê da.

Serdozgerê Komarê yê Beykoza Stenbolê der barê dosyaya doza Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de li Stenbolê hat revandin û windakirin de biryora demboriyê da. Hasan Ocak bi zorê hatibû binçavkirin û di bin çavan de hatibû kuştin. Piştre di goristana bêkesan dehatibû definkirin. Malbata Ocak gilî kiribû û li ser vê yekê Dozger der barê dosyayê de lêkolîn kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Beykoza Stenbolê piştî demekê biryara "Ji ber dem di ser dosyayê re derbas bûye pêdivî bi lêpirsîn û lêgerînê tune" da. Malbata Ocak dê biryarê îtîraz bikin.

Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak, têkildarî biryarê daxuyani da Bîanetê. Masîde Ocak got "Em pergala hiqûqê ya vî welatî dizanin. Me dizanîbû ku dê encamek wisa bê dayîn. Niha ez xwe wekî ku li dîwarekî bikevin hîs dikim. Ev valahiya ku wisa derket holê dê bi têkoşînê çareser bibe.