Hevşaredara Şaxê Keve hat girtin

WAN - Hevşaredara Şaxê Evîn Keve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.

Piştî ku qaymeqamê Şaxê Haci Asim Akgul wekî qeyûm tayînî Şarderayi Şaxê hat kirin, Hevşaredara Şaxê Evîn Keve ya DBP'î li Enqereyê hatibû binçavkirin, hate girtin. Keve piştî îfadeya li emniyetê sewqî dozgeriyê hat kirin û Keve ya bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin bi heman hincetê hat girtin.