STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrînê diyar kir ku serlêdana wan a ji bo hevdîtina muwekîlê xwe Ocalan ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha 580 caran hatiye redkirin û bang li hemû hiqûqnasan ku li dijî van pêkanînên dij-demokrat têkoşîna xwe ya hiqûqê bilind bikin.
Buroya Hiqûqê ya Asrînê, derbarê 18’emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Bêhiqûqiya li Îmraliyê di 18’emîn sala xwe de ye” hat weşnadin de hat bibîranîn ku mûwekîlê wan Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji wê rojê heta niha ev 18 salin Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya wê Bilind di hucreya yekesî de tê girtin, di şertên dij hiqûqê de tê girtin û ev tişt hatin gotin: “Ev pêvajoya ku bi komploya navneteweyî destpêkir û heta bêhiqûqiya Îmraliyê hat bersiva herî tarî ya ji pêvajoya aştiyê ya sedsala 21’an a Birêz Ocalan re ye. Komploya ku dê bikeve sala xwe ya 19’emîn em carekdin şermezar dikin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ve tişt hatin ragihandin:
“Rejîma Girtîgeha Gireva Îmraliyê ku bingeha wê ji teslîmkirina Ocalan a Tirkiyeyê digire, di 18’emîn salvegera xwe de bi rejîma ku hemû qanûn ji holê rakirine berdewam dike. Dema hêj Birêz Ocalan li Kenyayê bû Girtîgeha Gireva Îmraliyê ku di statuyan ‘girtîgeha nîv vekirî’ de bû û vegeranadin ‘girtîgeha yekesî’ û piştre jî wekî ‘herêma qedexe ya leşkerî’ hat îlankirin. Em ji darizandinên Îmraliyê bigirin heta sînordarkirina hevdîtina parêzeran a hefteyê 4 saet bû, mafê hevdîtina telefonê, mafê ji bilî malbatê bi 3 kesan re hevdîtinê, mafê xwe gihandina zanistan ku ji aliyê Rejîma Girtîgeha Îmraliyê ve ji holê hatine rakirin, îro jî wekî rejîma înfazkirina kesekê li ber çavê hemû kesî ye.
'580 SERLÊDANÊN PARÊZERAN HATIN REDKIRIN’
Di vana salan de ku bi pêkanînê keyfî destûr dan Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne heta roja îro hemû mafên wî ji holê hatine rakirin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an were hemû hevdîtinên parêzeran hatine astengkirin. Di nava vê demê de 580 serlêdanên parêzeran hatine redkirin. Hevdîtinên malbatê jî li gorî polîtîkayên keyfî, salê carekê destûr hatiye dayîn. Di sala 2016’an de malbatê 80 caran serlêdan kir tenê destûra hevdîtinekê hatiye dayîn. Ji 11’ê Îlona 2016’an were parêzer û malbat ji Birêz Ocalan tu agahî ne girtine. Hinceta vê jî pêvajoya OHAL’ê tê nîşandan û biryara 1’emîn Dadgeha Înfazê ya Bursayê ya ‘hemû hevdîtin û peywendiyên bi Îmraliyê re hatine qedexekirin’ ye.
'BÊHIQÛQIYA LI SER OCALAN HAT DESTPÊKIRIN LI SER CIVAKÊ TÊ PÊKANÎN’
Tirkiyeya ji ber pêkanînên li Îmraliyê ku di qerneya hiqûqê de turnusol maye, îro li girtîgehên din jî pêk tîne. Qirkirina hiqûqê ya ji Girtîgeha Gireva Îmraliyê destpê kir derbasî girtîgehên din jî bûye. Qeytkirina hevdîtinên muwekîl-parêzer ên sala 2005-2011 ên li Îmraliyê û li ber çavê peywirdar pêkanîn îro li hemû girtîgehan tê pêkanîn. Sînordarkirina hevdîtinên malbatê yên bi KHK’yên nû ketine meriyete bi sala li Îmraliyê bêyî ku pêwîstî bi dadê bibînin hatin pêkanîn. Ev mînak nîşan didin ku, li Îmariyê di şexsê Birêz Ocalan de bêhiqûqiya bi tecrîta kesî destpêkiriye niha li dijî hemû girtî û civakê tê pêkanîn û ketiye rewşa ‘bêhiqûqiya ji rêzê’
'LI HEMÛ GIRTÎGEHAN XESPA MAFAN DI REWŞEK FIKAR DE YE’
Di roja me ya îro de destpêkê li Girtîgeha Îmraliyê û yên din de xespa mafan di rewşek bi fikar de ye. Bêhiqûqiyên bi pêşnûmeya ‘Qanûna Xizmeta Saziyên Ewlehiyê yên Cezayê Înfazê’ ku Wezareta Dadê pêşkêşî TBMM’ê kiriye destpêkirine û heta îro didomin û bêdengiya TBMM’ê baweriyê dide îktîdarê. Hêjî rastiya Rejîma Înfazê ya Kesekê ya Îmraliyê û Girtîgehên Tîpa F li holê ne bi pêşnûmeya nû dixwazin nasnameya polîtîk a girtiyan ji holê rakin.
Em bi boneya 18’emîn salvegera hiqûqa qorsanwarî ya li Îmraliyê carek din bang li hikûmetê dikin ku dest ji van pêkanînên xwe berde; em bang li hemû hiqûqnasên demokratîk dikin ku li dijî van pêkanînên dij-hiqûqî ya ku pêşeroja me hemûyan eleqedar dike têkoşîna xwe ya hiqûqa demokratîk bilind bikin.”