Dozger ji Ustun û Çelîkkan ceza xwest

STENBOL - Ji Akademîsyen Beyaz Ustun û rojnameger Murat Çelîkkan ên di çarçoveya doza Ozgur Gundemê de tê darizandin 7.5 cezayê girtîgehê hat xwestin.

Doza akademîsyen Beyaz Ustun û rojnameger-niviskar Murat Çelîkkan ên ku tevlî kampamyaya Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin bûne hat dîtin. Di doza ku li 13’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin de Ustun û Çelîkkan tevlî nebûn û dadgeha îdîayê jî mutalaya xwe da.

Dozger bi îdîaya nûçeyên dema kampayaya Ustun û Çelîkkan tevlî bûn “propagandaya rêxistinê kirine” 7.5 sal ceza ji wan re xwest.

Heyeta dadgehê piştre doz taloqî 16’ê Gulanê kir.