AMED - 6'emîn Daîreya Dahgeha Bilind serledana Baroya Amedê ya li dijî biryara "Îstimlakkirina Lezgîn" ku xwestibû biryar bê rawestandin red kir. Baro, biryar temyîz kir.
Baroya Amedê bi armanca biryara Lijneya Wezîran a "Îstîmlaqa Lezgîn" ku der barê Sûrê de stendibûn bê rawestandin serî li Dadgeha Bihind dabû. 6'emîn Daîreya Dahgeha Bilind serledana Baroya Amedê ya li dijî biryara "Îstimlakkirina Lezgîn" ku xwestibû biryar bê rawestandin red kir. Baro, biryar temyîz kir
Lijneya Wezîran li naveya Sûrê li 16 taxan û li navçeya Yenişehirê jî ji bo 2 taxan bi giştî der barê 18 taxan de biryara Îstimlaqa Lezgîn girtibû û xwestibû ku derst tîne ser û pêşkêşî şîrketên taybet bike. Baroya Abedê jî li dijî vê yekê diyar kiribû ku ev biryar li dijî zagonê ye û berjewendiya cemaweriyê di vê yekê de tune ye û serî li Rêveberiya Dadgeha Bilind dabû. Baro di serlêdana îtîrazê de diyar kiribû ku îstîmlaka lezgîn de tu sedemên zagonî tune tu berjewendiyên gel di vê biryarê de tune ye. Baro destnîşan kiribû ku ev biryar li dijî Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiye ya hêjmar 2942'an û Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye.
6'emîn Sekokatiya Daîreya Dadgeha Bilind biryara redê ya 08.12.2016'an hincet nîşan da û diyar kir ku li herêmê lêkolînek fireh hatiye kirin û herêm qada bi rîsk ke
Baro li dijî biryara redê dîsa biryar temyîz kir û xwest biryar bê betalkirin.