Qeyûm tayînî Şaredariya Çildiranê hat kirin

WAN - Qeyûm tayînî Şaredariya Çildiranê ya ku Hevşaredarên wê Faruk Demîr û Suna Atabay girtine hat kirin.

Li Wanê duh polîsan bi ser Şaredariya Çildiranê de girtibûn û qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Li navçeyê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve Qeymeqamê navçeyê Tekîn Dundar wekî qeyûn tayînî şaredariyê hat kirin, polîsan bi ser avahiya şaredariyê û mala hevşaredar Faruk Demîr de giritbûn û Demîr di saetên êvarî de hatibû girtin.

Li Wanê bi tayînkirina qeyûmê şaredariya Çildiranê re ji 13 şaredariyên DBP’ê tenê şaredariya Bahçesarayê maye.