Ji esnaf îsyana zabiteyan: Dezgaha xwe da ber agir

AMED - Zabitayên girêdayî Şaredariya Yenîşehîrê ku qeyûm hatiye tayînkirin ji ber xwestin dezgaha fêqîfiroş rabikin, fêqîfiroş jî dezgaha xwe da ber agir.

Fêqîfiroşên ku bi salane li Kolana Hunerê ya taxa Ofîsa naçveya Yenîşehîra Amedê fêqiyan difiroşin ji ber zabitayên girêdayi Şaredariya Yenîşehîrê ku qeyûm hatiye tayînkirin her tim wan bêzar dikin êdî nikarin kar bikin. Ciwanekê ku navê wî nehat zanîn, zabita hatin û jêre gotin dezgaha xwe rake li dijî pêkanînan îsyan kir û dezgaha xwe da ber agir.

Esnafê ku dezgeha xwe da ber agir, nerazîbûn nîşanî qeyûm da, piştî zabityana agahî da polîsan, polîs hatin cihê bûyerê û ciwan binçavkirin. Hat zanîn ku piştî karên li midûryetê ciwan hat berdan.