ENQERE - Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Şenal Sarihan, bilançoya pêvajoya OHAL’ê aşkera kir. Li gorî agahiyên Sarihan dane, heta niha 71 hezar û 274 kes hatine binçavkirin û 121 hezar û 183 kes jî hatine îxrackirin.
Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Şenal Sarihan, li Lijneya Giştî ya Meclîsê derbarê binçavkirin, ji kar durxistin û KHK’yên di pêvajoya OHAL’ê de hatine derxistin de axaftinek kir.
Sarihan bi bîrxist ku ji KHK’yên destpêkê yên di 20’ê Tîrmehê de hatin derxistin heta niha bi giştî 21 KHK hatine derxistin û bilanço wiha rêz kir: “Ji roja OHAL hatiye îlankirin heta niha 71 hezar û 274 kes hatine binçavkirin. Ji vana 41 hezar û 326 kes hatine girtin. Bi KHK’yên hatine weşandin 121 hezar û 183 kes hatine îxrackirin û ji kesên hatine durxistin jî tene 19 hezar û 248 kes paşde hatine giritn. 4 hezar û 180 akademîsyen hatin îxrackirim û 2 hezar û 808 akademîsyen jî ji ber zanîngehên hatine girtin bêkar mane. 13 hezar û 170 endamên perwerdehiyê jî di çarçoveya programa pêşxisitnê de tevlî kdroya akademîsyenan bûn. Ji ber zextên li ser çapemeniyê jî 156 rojnameger hatine girtin.”