SÊRT - Di hezaze facîaya kana madenê ya Xezxêrê de cenazeyê karkerê bi navê Bedrettîn Çayli jî hat derxistin.
Xebatên ji bo rizgarkirina karkerên di bin hezaza kanê ya li Xezxêra Sêrtê de mane berdewam dikin. Beriya niha cenazeyê 6 karkeran ji bin kanê hatibûn derxistin, niha jî cenazeyê ajokarê kamyonê Bedrettîn Çayli jî hat dîtin. Cenaze ji aliyê havalên wî yên kar û rêvebirên AFAD’ê ve hat derxistin.
Malbata ku agahî girt li herêma hezazê krîz derbas kirin û bi rayedarên kanê re nîqaş kirin. Cenazeyê Çayli rakirin ambulansê û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Piştî karên otopsiyê, dê cenazeyê Çayli li gundê Yatagan ê Xezxêrê bê veşartin.
Xebata ji bo rizgarkirina 9 karkerên dibin hezazê de mane berdewam dike.