ÎHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Ji zextan re ‘Na’

STENBOL - ÎHD’a Stenbolê bal kişand ser binpêkirinên mafan û binçavkirinên di demên dawî de û ev tişt anî ziman: “Em ji dîktatorî, bêhiqûqî, dijmitaniya maf û azadiyan, çanda nefrete, tirs û gefxarinê, terora binçavkirin û girtinê û xeztan re dibêjin ‘Na’.”

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê derbarê binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û binçavkirinên di demên dawî de li avahiya xwe civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de daxuyanî ji aliyê Rêvebira Navenda Giştî ya ÎHD’ê Sevîm Kalman ve hat xwendin. Kalman, diyar kir ku li ser aliyê muxalif her tim zext tên meşandin û wiha got: “Beriya referandumê gelek kes ji kar hatin derxistin, hatin binçavkirin û giritn. Ev hemû nîşan didin ku, hemû gefên îktîdarê yên li dijî xwe îfadekirina azad ji bo ji holê rakirina rêxistinkirina azadiyê ye.”

‘BINÇAVKIRIN JI BO BÊDENGKIRIAN ‘NA’ YÊ NE’

Kalman, da zanîn ku li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) di navbera 6-13 sibatê de 520 muxalif hatine binçavkirin û wiha pêde çû: “Endamên partiyên wekî HDP, DBP, BDP û SYKP binçavdikin û hewldidin partiyan ji siyasetê dur bixin. Di 15’ê Sibatê de bi ser mala Hevserokê Girştî yê SYKP’ê de girtin û endamê meclîsa partiyê hat binçavkirin. Dixwazin maxahilên MHP’ê yên dibêjin ‘Na’ asteng bikin, guleyan li ciwanên CHP’ê yên kampanyaya ‘Na’ dimeşînin direşînin û endamên partiyê binçav dikin. Ev binçavkirin û girtin parçeyek ji lêpirsînên edlî nînin, ev polîtîkayên çewisandinê, hewildanên bêdengkirina kampanyaya ‘Na’ ne.”

‘JI ZEXTAN RE NA’

Kalman, bi lêv kir ku rewabûna referandumê astengar bûye, ji holê hatiye rakirin û wiha axivî: “Di van şertan de dê hilbijartinek azad û adilane pêk neye. Ji bo azadiya mafê mirovan û azadiya wan, ji bo em stranên xwe bi çoş bêjin, ji bo em di kolanan de aza bigerin, ji dil bikenin, bi ewle li pêşeroja xwe binêrin, niha dema rast gotin û têkbirina tirsane. Em ji dîktatorî, bêhiqûqî, dijmitaniya maf û azadiyan, çanda nefrete, tirs û gefxarinê, terora binçavkirin û girtinê û xeztan re dibêjin ‘Na’.”