HATAY/ DERSIM - Di operasyonên li navçeyên Dortyol û Kirikhan ên Hatayê û navçe û navenda Dersimê de gelek kes hatin binçavkirin.
Operasyonên ku duh li navçeyên Dortyol, Kirikhan û Samandag ên Hatayê hatin destpêkirin heta saetên serê sibê berdewam kir. Di serdegirtina malan a Dortyolê de Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Hasan Vural hat binçavkirin. Hat zanîn ku Vural di çarçoveya lêpirsînek a li Edeneyê hatiye binçavkirin û birine Edeneyê.
Li gundê Yalangoz ya Kirikhanê leşkeran bi ser malan de girti û welatiyên bi navê Îsmaîl Aymaz û Sezgîn Sozel binçav kirin. Hêjmara kesên hatine binçavkirin derket 8’an. Di operasyona duh pêk hat de wekatiyên bi navê Dedo Aymaz, Hasan Aymaz, Bestamî Goçer, endama PM’ê ya SYKP’ê Sevgî Kurtdere û Canan Sarioglu hatibûn binçavkirin.
LI DERSIMÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Dersimê di saetên serê sibê de leşkeran bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan a li taxa Gazîk de hevjînên hev Ahmet û Fatma Top hatin binçavkirin. Leşkerên ku hevjîm birin gundê Venk, piştî li mala wan lêgerî hat pêkanîn birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar.
Li Mazgêrdê jî keyayê gundê Doguçak (Hulma) Asim Kaya hat binçavkirin û birina qereqola navçeyê.
Hinceta serdegirtinan ne hat zanîn.