Qeyûmê Silopiya nivîsa kurdî rakir

ŞIRNEX - Qeyûmê Silopiya tabeleya şaredariyê ya kurdî rakir.

Qeyûmê navçeya Silopiya ya Şirnexê ku di 11'ê îlonê de hat ser kar, piştî 3 mehan bê tehemuliya xwe ya li hember zimanê kurdî nîşan da. Îro danê sibê karkerên şaredariyê û polîsên ku bi şev û roj li derdora şaredariyê nobetê digirin tabeleya ku li ser, "Şaredariya Silopiya" nivîsî rakirin.