ŞIRNEX - Doza parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan a li Silopiyayê hat vekirin, li gor qanûna 6352'an bi biryara taloqkirina venêrîna dosyeyê ya 3 salan hat girtin.
Rûniştina doza Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan ku ji ber axaftinek di sala 2011'an li Silopiyayê kiriye li 1'emîn Dadgeha Cezayê Esliye ya Silopiyayê hat dîtin. Aydogan bi rêya SEBGÎS'ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê tevlî dozê bû. Parêzerên Aydogan Haşîm Togurlu, Zozan Açar, Kemal Toraman û Parlementera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez û Hevşaredara Silopî Emîne Esmer tevlî dozê bûn.
Piştî xwendina îdianameyê Aydogan di parêziya xwe de got: "Wê demê ez li Şirnexê bûm û parlementer bûm. Ji min re telefon hat û gotin wê Akademiya Siyasetê ya Jinê ya partiya me were vekirin û li ser vê yekê ez çûm Silopiyayê. Dema ku ez li ber avahiya partiyê bûm gelek welatî li derdora min kom bûn û min ji wan re axaftinek kir. Di navbera avahiya partî û akademiyê de 10 deqeyan em meşiyan. Ev meş ne tişteke plankirî bû."
Aydogan di berdewama parêziya xwe de balê kişand dozên ku tenê li ser parlementerên HDP'ê tên vekirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji ber ku ez parlementer im gel min nas dike û dema dibînin li dor me kom dibin. Ev yek ji bo siyasetmedarên din jî derbasdar e, lê tenê der barê parlementerên me de lêpirsîn û doz tên vekirin. Di vir de min tu sûc nekiriye û ez tu sûcan qebûl nakim. Beraeta xwe dixwazim."
Parêzerên Aydogan jî di parêziya xwe de diyar kirin ku di dozê de tu sûc tune ye û beraeta muwekîla xwe xwestin.
Piştî parastina Aydogan û parêzeran, heyeta dadgehê li gor qanûna 6352'an biryara taloqkirina venêrîna dosyeyê ya 3 salan da.