Malbatên Roboskî: Heta edalet bê vî welatî em ê li ber xwe bidin

ŞIRNAK- Malbatên Roboskiyê di hefteya 268'emîn a komkujiyê de li gel astengkirina leşkeran ya her hefte jî çalakiya xwe pêk anîn û dan zanîn ku, heta edalet bê Tirkiyeyê ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Malbatên Roboskiyê di hefteya 268'emîn a Komkujiya Roboskiyê de daxwaza edaletê dubare kirin. Malbat li ser goristanên xizmên xwe kom bûn. Malbatan destpêkê li ser gorên zarokên xwe dua kirin. Li ser navê malbatan Serokê Komeleya Roboskî-Der'ê ku bi KHK'yê hatibû girtin Velî Encu axivî û wiha got: "Li ser komkujiya ku dewleta tirk li Roboskiyê kir 268 hefte derbas bûn. Di dîrokê de qetlîama ku dewletê li vir kirî cihek din girtiye. Qetlîam neheqî û berxwedana gel jî di hûndirê xwe de dihebîne. Ji bo ku em kiryarên xwe bibînin û dengê xwe li cihanê bidin bihîstin em her hefte çalakiyê dikin, lê hêzên dewletê her hefte dixwazin vê çalakiya asteng bikin."

FERHAT ENCU 104 ROJAN REHÎN HAT GIRTIN

Encu diyar kir ku, her roj li Tirkiyeyê zilm zêde dibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rayedarên dewletê di bin navê OHAL'ê de êrîşên qirkirinê pêk tîne. Hêzên dewletê li dijî kurdan jî 2 sal in şerek dijwar dimeşîne. Hevserokên giştî ên HDP'ê û parlementerên HDP'ê 105 roj in li girtîgehan esîr tên girtin. Ew jî bêedaletiya herî mezin e. Derhuqûqiya dewletê xizmê 34 kesên ku hatî qetilkirin û zarokê vî gundê Parlementer Ferhanat Encu jî 104 rojan li girtîgehê rehîn girtin."

Encu herî dawî got, divê di pêvajoya refarandûmê de OHAL bê rakirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê hêzên dewletê ji çalakiyên me re nebin asteng û dest jî astengiyên ji bo edeletê tên kirin berdin. Her çi qas leşker astengiyan jî derxin em ê her hefte çalakiyên xwe bikin."