Li herêmê 'Na' di pêş de ye!

AMED - Li gor anketa SAMER'ê ya 5 roj berê li herêmê kir, rêje ji sedî 68.3 gelê herêmê di şert û mercên OHAL'ê de li dijî referandûmê ye. Di anketa li navenda 16 bajaran hat kirin de, rêje ji sedî 54.7 'Na' û rêje ji sedî 25.1 jî 'Erê' derket. Her wiha hilbijêrên HDP'ê jî ji sedî 89.7'ê dibêjin "Na".

Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER), li bajarên kurdan encamên anketa xwe ya têkildarî referandûma dê di 16'ê Nîsanê de bê çêkirin parve kir. Anket di navbera 7-12'ê Sibata 2017'an de li navendên 16 bajaran, bi hezar û 112 kesî re rû bi rû hat kirin. Anket têkildarî hilbêjêrin kurd bû îzahiyata gelek pirsên dihatin meraqkirin.

Hat destnîşan kirin ku, rêje ji sedî 52.7 (586) mêr, rêje ji sedî 47.3 (526) jin beşdarî lêkolînê bûne.

RÊJEYA 'NA'YÊ JI SEDÎ 57.4 E

Encamên anketê wiha ne: “Li gor xebata hatiye kirin, rêje ji sedî 68.3 gelê herêmê di şert û mercên OHAL'ê de li dijî referandûmê ye. Di lêkolînê de pirsa 'Heke vê yekşemê referandûmê bê kirin dê rengê dengê we çi be?' hat kirin. Rêje ji sedî 57.4 bersiva 'Na', rêje ji sedî 25.1 jî bersiva 'Erê' dane. Her wiha li gor lêkolînê rêje ji sedî 7.6 jî bêbiryar in, rêje ji sedî 4.4 jî bersiva dê neçin ser sindoqê dane û rêje ji sedî 5.5 jî diyar kirin ku ew ê bersiva vê pirsê nedin."

BOYKOT TUNE YE

Di anketê de tişta balkêş ew e ku bi awayekî aşkere bersiva pirsa "Dê kurd boykot bikin" dide. Li gor vê encamê, bereksê nîqaşên di raya giştî de rêjeya hilbijêrên dê neçin ser sindoqê tenê rêje ji sedî 5.5 e. Di berawirdkirina hat kirin de, di hilbijartina 1'ê Mijdarê de kesên dengê xwe didin CHP'ê rêje ji sedî 8.6, kesên dengê xwe didin MHP'ê rêje ji sedî 8 û kesên dengê xwe didin HDP'ê rêje ji sedî 3.5 beyan kiribûn ku ew ê neçin ser sindoqê.

KESÊN HAYÊ WAN JI NAVEROKÊ HEYE RÊJE JI SEDÎ 13.7 E

Li gor lêkolînê, rêje ji sedî 13.7'an hayê gelê herêmê ji naveroka guherandina Qanûna Bingehîn heye. Rêje ji sedî 42.2 hayê wan ji naverokê tune ye, rêje ji sedî 22.4 jî hindik hay ji naveroka guherandina Qanûna Bingehîn heye û rêje ji sedî 21.8 jî di vî warî de bi qasî şîrove bike ne xwedî agahî ye.

DÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER NEKE

Di lêkolînê de rêje ji sedî 61.2 beyan dike ku dê guherandina Qanûna Bingehîn pirgirêkên li Tirkiyeyê çareser neke û li gel vê ten rêje ji sedî 21.9 diyar dike ku dê pirgirêkan çareser bike.

Li gel vê rêje ji sedî 52.3 beşdavan diyar dikin ku divê pergala parlementeriyê neyê guherandin û ji sedî 61.3 jî diyar dike ku pêdivî bi "Pergala Serokomartiya Partiyî" tune ye.

HILBIJÊRÊN HDP'Ê DIBÊJIN NA

Di lêkolînê de kesên dengê xwe didin HDP'ê rêje ji sedî 89.7, kesên dengê xwe didin CHP'ê rêje ji sedî 75.7 û kesên dengê xwe didin MHP'ê rêje ji sedî 68 diyar kirine ku ew ê dengê "Na"yê bi kar bînin.

GIRSEYA HERÎ BIBIRYAR A HDP'Ê YE

Di lêkolînê de ji hilbijêrên HDP'ê rêje ji sedî 89.7 dê dengê "Na", rêje ji sedî 1.8 dê dengê "Erê" û rêje ji sed 3.5 jî diyar kir ku ew bêbiryar in û dê neçin ser sindoqê.

DENGÊN HDP'Ê ZÊDE BÛN

Dê lêkolînê de beşdervananan pirsa "Vê yekşemê hilbijartin çêbibe hûn ê deng bidin kê?" wiha bersivandin: Rêje ji sedî 41.7 HDp, rêje ji sedî 24.9 AK PARTî, rêje ji sedî 7.9 CHP û rêje ji sedî 1.9 MHP.

KESÊN DÊ CARA EWIL DENG BIKARBÎNIN DIBÊJIN HDP

Her wiha kesên dê cara ewil di hilbijartinekê de deng bi kar bînin û temenên wan di navbera 18-24 salan de ye, rêje ji sedî 41.5 ji wan diyar dikin ku ew ê dengê xwe bidin HDP'ê.