Eşîra 2 hezar ferdên wê hatin qetilkirin: Tercîha me ya QSD'ê daxwaza me ya jiyanê ye

REQA- Eşîreta Şîêetat a DAIŞ'ê 2 hezar ferdên wê qetilkir, bi navê El-Nuxbeyê di pêngava 3'yemîn a operasyona "Xezeba Firatê" de cih girt û tercîha xwe ya QSD'ê wiha daxuyandin: "Bi tercîhkirina QSD'ê a rast me xwest bê em kî ne û dixwazin çawa bijîn."

Di pêngava 3'yemîn a operasyona "Xezeba Firatê" de, eşîreta Şîêetatê ya ji Reqayê, Dêyr El Zorê heta Mûsilê dijî jî cih girt. Endamên eşîretê bi navê El-Nuxbeyê di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de cih girtin û anîn ziman ku, ew li dijî pêkûtiyên DAIŞ'ê bi serê wan de anîne şer dikin. Berpirsiyarê Hêzên El-Nuxbeyê Mihêdî Ehmed Cêla, got DAIŞ'ê ji 2 hezar ferdên eşîreta wan qetil kirine.

DAIŞ'Ê JI HEMAN EŞÎRETÊ 2 HEZAR KES QETILKIRIN

Pêşengê eşîretê û berpirsiyarê Hêzên El-Nucbeyê Mihêdî Ehmed Cêla, diyar kir ku ew li qadeke ji Sûriyeya Bakur heta bajarê Mûsilê dijîn û dest nîşan kir ku, DAIŞ heta niha zarok, jin û extiyar bi giştî 2 hezar ferdên eşîreta wan qetil kirine. Cêla, ragihand ku piraniya ferdên eşîretê serên wan hatiye jêkirin û anî ziman ku, wan li Şam, Heleb û Hesekê li dijî DAIŞ'ê şer kiriye. Cêla, diyar kir ku ji ber ew bûne hedefa DAIŞ'ê.

'ME HER LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER KIR'

Cêla, ragihand ku herî zêde eşîra wan li Dêra Zorê dijîn û anî ziman ku, DAIŞ'ê li her derî êrîşî malbat û gelên wan kiriye û wiha domand: "Carekê li ser navê eşîra me daxuyanî dan ku em piştevaniya wan dikin. Tabî paşê me wek eşîr daxyanî da. Got, tiştekî wisa tune ye. Me li gelek bajarên Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer kir, niha jî şer dikin. Ji bo fesadiyê têxin nava eşîra me û gelê me tiştekî wisa kirin. Zaf hewldan da em tevlî wan bibin, lê belê bi ser neketin."

'TERCÎHA JI BO QSD'Ê TERCÎHA JIYANÊ YE'

Cêla, anî ziman ku wan wek eşîr bi navê El-Nuxbeyê di bin banê QSD'ê de cih girtiye û got, ew li gel QSD'ê li dijî DAIŞ û feraseta wan şer dikin. Cêla, tevî Reqayê bang li gelê Dêra Zorê jî kir û wiha domand: "Em ê bên û wan rizgar bikin. Kes nikare li pêş vê bibe asteng. Bi tercîhkirina QSD'ê a rast me xwest bê em kî ne û dixwazin çawa bijîn. Divê her kes vê baş bizanibe. Yek mirovek me jî piştevaniya DAIŞ'ê nekiriye. Em ê di demeke kurt de dawî li êş û zilma li ser gelê me yê Reqayê ye bînin."